5 DAIŞ’iyên biyanî teslîmî YAT'ê bûn 2017-10-27 15:01:24 KOBANÊ- 5 DAIŞ’ên tevî malbatên xwe û çekên xwe ve teslîmî Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bûn.  Li gorî nûçeya Ajansa Nuçeyan a Hawarê (ANHA), endamên DAIŞ'ê piştî rizgar kirina Reqqa û derbeyên giran li Dêrazorê dixwin, kom bi kom teslîmê QSD û YPG’ê dibin. Di 25’ê Cotmehê de jî yek jê Tunisî, 4 jê Turkmenistanî fermandarên DAIŞ’ê, tevî zarok û hevjînên xwe teslîmî yekîneyên Antî Teror (YAT) bûn. Navê DAIŞ’ên teslîm bûn ev in: Ebu Ibrahîm (Elî Şêx Umer) , Ebû Ehmed Tunusî (Elî Ahmed Maxrewi), Ebû Bilal Turkistanî (Muxtar Haşim), Ebu Seîd Turkistanî (Elî Hesen) û Îlyas (Ezmet Kurban). Çeteyan tevî çekên xwe yên ji 7 Kalaşnîkof, 2 M-16, 2 demançe, 4 rext, 33 şarjoren kleşê, 12 bombeyan destan, 2 hezar guleyên kleşê, 50 guleyên BKC, 250 guleyên M-16 û hinek alavên teknîkî yên mîna telefon û kompîter radestî Yekîneyên Antî Terorê kirin.   Têkildarî DAIŞ'ê yên teslîn bûn, YAT’ê lêpirsîn dest pê kir. Lêpirsîn didome.