‘Divê gelê kurd tecrîdê qebûl neke’ 2017-10-27 15:00:41 WAN - Li navçeyên Erdîş û Payîzavayê bi daxuyaniyan tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin, hat gotin ku divê gelê kurd tecrîdê qebûl neke. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li navçeyên Erdîş û Payîzavayê yên Wanê daxuyanî dan û bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullha Ocalan. Di daxuyaniyan de hat gotin ku divê gelê kurd tecrîdê qebûl neke û çalakiyên demokratîk li dar bidin.   ‘ROJEVA TIRKIYEYÊ TENDURISTIYA OCALAN E’   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di salên dawî de tecrîd hatiye kûrkirin û hevdîtina Ocalan a bi malbatê û her kesî re hatiye qutkirin û banga diyaloga lezgîn kir. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku rojeva Tirkiyeyê ya lezgîn tenduristiya Ocalan e û ev tişt hat gotin: "Her kes jî baş dizane ku Ocalan ji bo aştiya li Tikiryeyê û Rojhilata Navîn gelekî ked daye. Hikumeta AKP'ê ya li dijî vê hewldana Ocalan tengezar e, hevdîtina bi parêzer û malbatê re qut dike."   Di dawiya daxuyaniyê de hat xwestin ku gelê kurd li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike, daxwazên xwe yên demokratîk biparêze û ev tişt hat gotin: "Ew qas kûrkirina tecrîdê li welatê me kaos û karesatê bi xwe re tîne. Ev jî dibe sedem ku ihtimalên aştiyê ji holê rabe. Ji bo raya giştî di warê tenduristiya Birêz Ocalan de qayîn bibe, divê heyetek an ji malbat, parêzer û qada siyasî biçe Îmraliyê."