Rojnameger Nazlim: Ezê îxanetê li rêgezên rojnaemegeriyê nekim 2018-11-12 14:21:02   ENQERE -  Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya (MA) Deniz Nazlim, ku der barê wî de biryara binçavkirinê hatibû dayîn û piştî li dozgeriyê îfade da, beriya îfadeyê daxuyanî da û diyar kir ku ew îxanetê bi rêgezê rojnamegeriyê nake û got: "Ez dê li gorî rêgez û sincê rojnamegeriyê karê rojnamegeriyê berdewam bikim. Ez ji kesên xwe di ser dewletê re dibînim dibêjim. Ez dizanim ez li ku dixebitim."   Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 9'ê Mijdarê de di çarçoveya operasyonê de der barê Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Deniz Nazlım, de biryara binçavkirinê dabû. Nazlim, îro piştî li dozgeriyê îfade da serbest hat berdan. Nazlim beriya îfadeyê bide li Navenda Giştî ya ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civîna çapemeniyê de Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan,  Nivîskar û rojnameger Huseyin Aykol, Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen û parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz amade bû. Ewil Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, axivî û bal kişand ser rojnamegerên muxalif û wiha got: "Di demên dawî de nûçegîhanê MA'yê Deniz Nazlim rastî gefan hat. Ji destpêka OHAL'ê heta niha li Enqereyê zext û tundiya li dijî kesên muxalif kêm nebû. Me li Tirkiye gelek tişt dît û jiyan. Polîsên bi ser mala Deniz Nazlım de girtin, malbat tehdît kirin.  Ger ku dixwazin nûçegîhan bikin sîxur bila dest ji hewldanên xwe berdin. Polîs û leşzer nikarin gefan li kesan bixwin.    Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekgoz  jî bal kişand ser zextên li ser çapemeniya muxalif û wiha got: "Li Tirkiye çapemenî demek dirêj e di bin zextan de ye. Tenê li dijî siyasetmedarên muxalif zext nayên kirin. Li dijî çapemeniya muxalif jî zext hene. Dixwazin bêdeng bikin û gel bê ziman û bê guh bihêlin. Em dîsa hişyar dikin em dibêjin hesabê vê yekê dê rojekê bê pirsîn."    EM DÊ ROJNAMEGERIYÊ BERDEWAM BIKIN'   Nivîskar û rojnameger Huseyin Aykol jî bal kişand ser zextên li ser rojnamegeran û da zanîn ku ew dê rojnamegeriyê berdewam bikin. Aykol, anî ziman ku berê rojname bombe kirin û niha hevalên wan vê rastiyê dizanin û li gorî vê yekê rojnamegeriyê dikin û wiha got: "Bila îktîdar zanibe ku heta em saxbin em dê rojnamegeriyê berdewam bikin."    'EM DÊ XEBATÊN XWE BERDEWAM BIKIN'   Nûçegîhanê me Denîz Nazlim jî diyar kir ku 5 salin rojnamegeriyê dike û tu craî tavîz ji rêgez û sincê rojnamegeriyê nedaye. Nazlim, bilêv kir ku ew dê xebata xwe berdewam bike û her dem li gorî pîvan u rêgezê rojnamegeriyê karê rojnamegeriyê berdewam bike