Polîsan mudaxaleyî çalakiya Yukselê kir: 5 kes binçav kirin 2017-10-27 14:51:23 ENQERE - Çalakiya li Kolana Yuksel ya "Em karê xwe paşve dixwazin" di roja 353'an de berdewam kir. Polîsan dîsa mudaxalmeyî çalakgeran kir û 5 çalakger binçav kirin.  Çalakiya Akademîsyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semih Ozakça ya bi armanca "Em karê xwe dixwazin" di roja 233'an de berdewam dike. Çalakgerên ku ji bo karê xwe bixwazin û piştgiriyê bidin Nûriye û Selih jî, dîsa li KolanaYukselê bi daxwaza "Em karê xwe paşve dixwazin" berdewam kir. Çalakger, di roja 353'an de li Kolana Konurê kom bûn û xwestin bimeşin Birdariya Mafên Mirovan. Lê polîsên kolan girtin destûr nedan çalakger daxuyaniyê bidin û mudaxale kirin. Polisan di mudaxaleyê de 5 kes binçav kirin.    Polîsan rojnamegerên nûçe dişopandin jî asteng kirin û destûr nedan ku dîmenan bikişînin. Dema di navbera polîs û rojnamegeran de niqaş derket polîsekî got "Bi min ne niqaş neke dê rewş xerab bibe" û gef xwar.