Leşkeran mal şewitand: Pîra xwest şewatê vemirîne krîza dil derbas kir 2017-10-27 14:50:36 WAN - Li taxa Melletopuz a Qelqeliyê, leşkerên xaniyê malbata Candemîr şewitanandin, nehêlan kes nêzî malê bibe. Hat zanîn ku Halîme Candemîr a 83 salî ya xwest şewatê vemirîne krîza dil derbas kir. Candemîr, anjiyo kirin û hêj li nexweşxanê derman dibe.  Li taxa Melletopuzê ya navçeya Qelqeliya Wanê, leşkeran mala Îsmaîl Candemîr şewitandin. Dayîka Candemîr Halîme Candemîr a 83 salî dema xwest şewatê vemirîne krîza dil derbas kir. Candemîr a rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçê, anjiyo bû. Di 26’ê Cotmehê de saet 10.00 sibê nêzî 150 lekaran bi 15 panzêran bi ser malê de girtin û mal tevî alavan şewitandin. Tenê xaniyek vik û vale ji malbata Candemîr re ma. Îro welatiyên taxê ji bo “derbas bûnê” malbata Candemîr ziyaret kirin.     'ME LAVE KIR, LÊ GUH NEDAN ME'   Yek ji welatiyên taxê şahidê bûyerê Dîlaver Ergun, diyar kir ku wan lave ji leşaran kirin ku malê neşewitîn in û wiha axivî: “Ligel hemû hewldanên me mal şewitandin. Me ji wan re got ‘Em dikarin berî we bikevin malê û xwe ji were bikin star’, lê cardin guh nedan me. Leşkaran ji me re gotin ‘qet neaxivîn em ê vê malê bişewitînin’ û  piştre jî bombeyên gazê avêtin malê.” Pismamê Îsmaîl Candemîr, Îzzet Candemîr jî wiha got: “Ji me re gotin hin kes di malê dene, lê me ev yek îtîraz kir. Me got kes di malê de tuneye. Guh nedan me û bombeyên gazê avêtin malê û mal şewitî.”     ‘LEŞKARÊ PAYEBILIN BOMBE AVÊT’   Îsmaîl Candemîr ê mala wî hat şewitandin jî, diyar kir ku lêşkaran ji wî re gotiye ku îxbara hin kes di mala tede hene ji wan re çûye û wiha axivî: “Min got ger îxbar hebe, wê demê em jî amûrên xwe derxin. Lê destû neda. Piştre 3 bombeyên gazê avêtin malê. Wê gavê leşkerek payebilind hat û bombeyek destan avêt nava malê û agir bi malê ket. Min ji leşkeran re got ‘di nava malê de Kuran heye. Qenebe em wê derbixin.’ Lê guhdarî me nekirin. Di malê de 3 Kuran hebû, ew jî şewitîn.”   'ÊN KU ŞEWATÊ VEMIRÎN IN EM Ê WAN BIKUJIN'   Candemîr, destnîşan kir ku leşkeran bi gotina ‘Ên ku şewatê vemirîne  em ê wan bikujin’ gef li wan xwariye û wiha bilêv kir: “Dayika min a 83 salî li ber xwe neda û xwest şewatê vemirîne. Lê ji duman bi bandor bû û krizî dil derbas kir. Dayika min niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê razandiye. Leşkar piştî ji malê veqetiyan ji 3 cihan mînaka ax girtin û çûn. Ezê têlikdarî leşkerên ku beşdarî operasyonê bûn serlêdana sûc bikim.”    ‘JI NEÇARÎ EM GIRIYAN’   Şehnaz Candemîr a xediyê malê jî destnîşan kir ku piştî leşkeran mal şewitandin, wê ji wan re gotiye werin lê mêzeke bikin ka kes heye û wiha got: “Leşkeran dengê xwe dernexistin. Ev 10 salin kes nehatiye vir û tu bûyer neqewimîn. Em nizanin gelo çima wisan li me kirin. Dema ku mala me şewitandin ji neçarî em giriyan.”