Parêzeran îtîrazî biryara dozgeriyê ya ji bo lêpirsîna Yuksel kir 2018-11-12 09:55:11   ŞIRNEX – Parêzeran îtîrazî biryara “neşopandina” ji bo Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel a di serdema qedexeyê de li jêrzemînek Cizîrê jiyana xwe ji dest da kir. Di serlêdanê de bal kişandin ser lêpirsînek bi bandor nehat birêvebirin û mafê jiyanê hatiye binpêkirin.    Di “qedexeya derketina kolanan” de ya di navbera 14 kanûna 2015 û 2’ê adara 2016’an de li navçeya Cizîra Şirnexê pêk hat, Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel di jêrzemîna avahiyek de asê man û ku li benda ambulansê bûn lê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Yuksel doz hatibû vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê demek beriya niha biryara “Di teqîbatê de cih tune ye” ji bo dosyeyê da. Serdozgeriyê îdia kir ku di mirina Yuksel de “cudakariya hiqûqî” nehatiye dîtin û hêzên ewlehiyê di çarçoveya “mafê rewabûna mudafa” tevger kirin e.    'BIRYARA DOZGERIYÊ LI DIJÎ AYM Û PMME YE’    Parêzerên ku biryara “neşopandinê” ya dozgeriyê li dijî esas û rê û rêzik dîtin ji bo paşve rakirina biryarê daxwaznameya îtîrazê dan Dadgeha Cezayê Sulhê ya Şirnexê. Di daxwaznameyê de hat gotin biryara dozgeriyê di warê binpêkirina mafê jiyanê û lêpirsîna bi bandor de li dijî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Peymana Mafên Mirova a Ewropayê (PMME) ye.    'POLÎSAN DI ŞÛNA DOZGER DE CIHÊ BÛYERÊ LÊKOLÎN KIRIYE’    Di serlêdanê de hat bibîrxistin ku bi Yuksel re gelek mirov di jêrzemînan hatin şewitandin û kuştin û bi dehan mirov ji ber hêzên ewlehikariyê destûr nadin alîkariya tenduristiya bigîhîne bi dehan mirov jiyana xwe dest dan. Parêzeran di serlêdanê de bal kişand ser kêmasiyên di dosyeyan de.    Her wiha di serlêdanê de diyar kirin ku lêkolîna cihê bûyerê di şûna dozger de polîsan pêk aniye û ji ber vê yekê jî bandorek neyînî li ser lêpirsînê hatiye çêkirin. Di serlêdanê de hat gotin der barê personelên eskerî de lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin.    NELÊKOLÎNA ŞOPA TILIYA LI SER ÇEKAN NHEAT KIRIN    Di serlêdanê de dan zanîn ku lêkolîna şopa tiliya ya li ser çekan nehatiye kirin û xwenegihandina nelêkolînkirina qeydên dîmenên cihê bûyerê û helîkoptêran nabe mijara gotinê.