Wê Platforma Zimanê Kurdî ji bo zimanê zikmakî gel serwext bike 2018-11-12 09:04:12 AMED – Siyasetmedar, parêzer û nivîskarên di Platforma Zimanê Kurdî de cih girtin, destnîşan kirin ku ji bo axaftin, nivîsandin û xwendina bi kurdî ew ê ewilî hewl bidin di vî warî de gelê kurd serwext bibe.  HDP, DBP, OSP, PSK, PDK-B, PDK-T, PAK û Partiya Mirov û Azadiyê û Înîsyatîfa Azadiyê "Platforma Zimanê Kurdî" ava kirin û ji bo kurdî kampanyayek dan destpêkirin. Platformê ji bo li malê, li kuçeyan û hemû qadên jinê bi kurdî (kurmancî,kirmanckî) bê xeberdan, bang li gelê kurd kir û bi dirûşmeya "îro zimanê me, sibê neteweya me" komcivînek li dar xist. Pêşengên partiyên siyasî, nivîskar, zimanzan û parlementerên HDP'î di Platforma Zimanê Kurdî de cih girtin û ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê 3 komên xebatê ava kirin.    ‘PÊŞÎ DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ'    Zimanzan Mulkiye Bîrtane ku di platformê de cih digire, anî ziman ku Platforma Zimanê Kurdî ji bo komcivînê hatiye avakirin û piştî komcivînê wê platformeke mayînde bê avakirin. Bîrtane, diyar kir ku xebatên bên kirin wê bia wayekî ebrfireh bên kirin û heta niha atolyeyên qet nehatine ceribandin wê bên lidarxistin û wê xebat berdewamiyî bin. Bîrtane, bilêv kir ku her diçe di qada giştî de kurdî kêm dibe û vê rewşê bi polîtîkayên dejenerasyom, entegrasyom û asîmlasyonê yên dewletê ve girêda.    Bîrtane, ragihand ku wê platformê xebatên bên kirin organîze bike. Bîrtane, anî ziman ku ew bi pirsên dê ev ziman çawa hebe re rû bi rû dimînin û got: "Heta dewlet demokratîk nebe, wê daxwaz baş pêk neyên. Îjar di rewşên wisa de divê mirov bi xwe hin tiştan bike. Pêşaniya me ew e ku kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Em vê yekê tenê ji bo kurdan naxwazin. Ev mafê hemû gelên din ên li Tirkiyeyê ye jî."    AKTAR: DIVÊ TIRKIYE LI GORÎ PEYMANAN TEV BIGERE    Wê platformê vê mijarê rêke rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY) jî. Parêzer Mehmet Emîn Aktar, têkildarî vê rewşê diyar kir ku wê xebatên koman ji bo statuya kurdî be. Aktar ji bo hêla hiqûqî ya vê yekê jî got: "Peymanên ku Tirkiye alîgirê wan e hene. Tirkiye divê li gorî evan peyaman û maddeyên peymanan ên di vî warî de tev bigere. Peymana Mafên zarokan, mafên netewî, mafên kêmaran a UNESCO heye. Wê kampanya vê mijarê têxe rojevê û wê di warê hiqûqî de tev bigere. Em ê serî li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê bidin. Em ê evan mekanîzmayan têxin dewrê. Wê bi vê mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ku mafê herî xwezayî yê kurda ye bê vekirin." Aktar, destnîşan kir ku divê kurd bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin û binivîsin.    ‘DIVÊ KURDÎ XETA SOR A REWŞENBÎRÊ KURD BE'    Berdevkê PDK-T'yê Şerefxan Cizîrî jî, sedema hatina wan a cem hevdu ji ber polîtîkayên asîmlasiyonê yên li hemberî kurdî ne û got: "Netew bi zimanê xwe dibin xwedî nasname. ger em zimanê xwe winda bikin em ê neteweya xwe jî winda bikin." Cizîrî, bilêv kir ku divê kurdî ji bo rewşenbîrê kurd xeta sor be û got: "Berpirsiyariya gelê kurd ew e bi kurdî biaxive, binivîse." Cizîrî, diyar kir ku dibe ku ev xebat ji bo pêşerojê bibe sedema avakirina zanîngeheke kurdî jî.    ‘ASÎMLASIYON VEGUHERÎ OTOASÎMLASYONÊ'    Nivîskar Ahmet Kanî jî, anî ziman ku komcivîn ji bo nexşerêyekê hatiye cem hevdu û hersê komên hatine avakirin dê xebatan bi rê ve bibin. Kanî, destnîşan kir ku wê 9 partiyên kurd ji bo vê yekê serî li Konseya Ewropayê bidin. Kanî, anî ziman ku ji ber bi kurdî dinivîsînin nivîskarên kurd hedef tên girtin. Kanî, destnîşan kir ku polîtîkayên asîmlasiyonê ên li ser kurdî veguheriye otoasîmlasiyonê.    Nivîskar Îrfan Babaoglû, girîngiya ziman bi gotina "Ziman hebûna mirov e, hemûna neteweyekê ye" pênase kir û diyar kir ku peywira nivîskarên kurd ew e ku gel di warê ziman de serwext bikin. Babaoglû, bilêv kir ku tiştên niha tên kirin têr nakin û divê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Babaoglû, anî ziman ku ji bo astengiyên li pêşiya kurdî bên rakirin, divê polîtîkayên asîmalsyonê yên Tirkiyeyê li qada navnetewî bên teşhîrkirin.    MA / Lezgîn Akdenîz