‘Bi sewqkirinê tehdê li me û zarokên me dikin' 2018-11-12 09:04:07 STENBOL - Gelek girtî ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê sewqî Kampusa Girtîgeha Bunyanê hatin kirin. Malbatên girtiyan, anî ziman ku bêyî tiştek bê gotin zarokên wan birina bajarên gelekî dûr û bi vê yekê tehde li wan û zarokên wan tev de kiriye.  Di 8'ê Mijdarê de 15 girtiyên jin ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê sewqî Kampusa Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê hatin kirin. Bêyî tiştek bê gotin girtî hatin sewqkirin. Malbatan bertek nîşanî vê yekê de.    ‘ÎJAR EZ Ê ÇAWA BIÇIM CEM KEÇA XWE?'    Melahat Gunduz, dayika Rûken Gunduz a hat sewqkirin, diyar kir ku hayê wan û keça wan ji vê rewşê tune bûye. Gunduz, destnîşan kir ku wexta wan bi telefonê bi keça xwe re axiviya hay ji vê rewşê çêbûne û got: "Wexta Rûkenê bi koda telefona bajarekî din li min geriya hay jê çêbûm. Wexta min jê pirsî got, demildest wan birine. Di telefonê de dengê wê dengekî westiyayî bû. Sê salên wê bûn li Bakirkoy bû. Em heyirîn. Ji ber vê xemgîn im. Îjar ez ê çawa biçim? Wê birin cihekî pir dûr. Îjar ezê çawa wê bibînimç Her hefte diçûm cem wê. Li Kayseriyê kesî me yê naskirî tine ye. Di warê aborî de jî rewşa me nebaş e. Bavê wê neweş e, nikare bixebite. Niha nizanim ez ê çi bikim. Jixwe di girtîgehê de bû, îjar doza çi din. Ev rewş tehde li me û keça me tev de dike."    Mûstafa Gunduz, bavê Rûken Gunduz, anî ziman ku keça wî li hemberî şert û şirûtên girtîgehê têdikoşe û ji bo girtî ji têkoşînê bên dûrxistin wan tim sewq dikin. Gunduz, diyar kir ku di demên dawî de keça wî û girtiyên din bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin û got: "Hinceta sirgûnê nabêjin, lê keça min û hevalên wê li ber şidet û çewisandina pir li ber xwe dan. Jimariya li ser piyan qebûl nekirin. Di hevdîtinê de nedihiştin em wêneyan jî bikişînin. Saetên hevdîtinê kêm dikirin. Ên li hemberî evan pêkanînan dertên jî sirgûn dikin." Gunduz, anî ziman ku ew ê li ser vê yekê bisekinin û got: "Em li Stenbolê dimînin. Keça me birin Kayseriyê û ji me dûrxistin. Em vê yekê qebûl nakin."    Gulîstan Baran, xwişka Leyla Baran jî got: "Wexta Leyla geriya, got ewan sewqî Kayseriyê kirine. Li Girtîgeha Bakirkoyê çewisandin zêde bûn. Di çûnhatinê de em tin disekinandin, tim lêgerîn dikirin. Xwişka min û hevalên wê li dijî çewisandinan têdikoşiyan. Dibe ji ber vê ew sewq kiribin. Sal û nîvek berê bêyî hayê wan jê hebe ew ji Îzmîrê sirgûnî Stenbolê kirin. Me jî mala xwe bir Stenbolê. Niha jî wê sirgûnî kayseriyê kirin. Em li Bayrampaşayê rûdinên. Bakirkoy nêzî me bû. Her hefte ferdekî malbatê diçû. Wê di warê aborî de me bitengijîne. Wê çûnhatina me zehmet bibe."    MA / Melîke Ceyhan