‘ATK wekî zebze be cenazeyan dixin kîsikan û didin malbatan' 2018-11-12 09:03:38 EDENE - Li ATK'a Edeneyê, cenazeyên HPG'iyên di pevçûnan de mirine û hatine perçekirin dixin kîsikan û didin malbata. Nûnera ÎHD'ê ya Herêma Çûkûrovayê Parêzer Yasemîn Dora Şeker got: "Wesfa cenaze çi dibe bila bibe, divê malbat bi vî awayî neyên êşandin. Wekî zebze be dixin kîsikekî didin malbatan. Ev yek nayê qebûlkirin."  Saziya Tiba Edlî, cenazeyên HPG'iyên hatine texrîbkirin ji dêvla darbestan dixin kîsikan û didin malbatan. Nûnera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Herêma Çûkûrovayê Parêzer Yasemîn Dora destnîşan kir ku wekî zebze be cenaze dixin kîsikan û didin malbatan. Şeker, bertek nîşanî vê yekê de û bang li rayedaran kir ku ev rewş ne rewşeke mirovî ye û divê li gorî tuzuk û rêziknameyan tev bigerin.    Cenazeyên HPG'iyên di pevçûnên ji meha Adarê û heta niha yên li Çiyayê Amanosê mirine, li morga ATK'a Edeneyê tên sekinandin. Cenazeyên hatine texrîbkirin dixin kîsikan û didin malbatan.    Cenazeyê Haydar Karabuk (Xwînrêj Dilbirîn), Denîz Talî ( Şiyar Rustem) û Îbrahîm Dûrgûn (Egît Îdegî) ku tevî 12 hevaalên xwe di 11'ê Tîrmehê de li quntarên Çiyayên Amanosê yên li Osmaniyeyê li derdora Şarappinarê di pevçûnê de mirin, piştî testa DNA'yê radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyên hatin texrîbkirin, xistin kîsikan û radestî malbatan kirin. Malbatan cenazeyên hatine perçekirin bi derfetên xwe birin bajarên xwe û veşartin.    HÎN JÎ 8 CENAZE LI GORISTANA BÊKESAN E    Cenazeyên gelek HPG'iyên di êrîşên SÎHA'yan de mirin, ji ber testên DNA'yê bi dawî nebûne li nav goristanên Bûrûk û Kabasakal ên Edeneyê li goristanên bêkesan hatin definkirin. Piştî testên DNA'yê hin cenaze radestî mablatan hatin kirin, lê hin jê jî li goristanên bêkesan veşartî ne. Hat diyarkirin heta niha li goristanên bêkesan 8 cenaze veşartî ne.    ‘BI MEHAN E MALBAT NIKARIN CENAZEYÊN XWE WERGIRIN'    Parêzer Yasemîn Dora Şeker, diyar kir ku cenazeyan di kîsikan de didin malbatan û bertek nîşanî vê yekê daç Şeker, anî ziman ku malbatên HPG'iyan serî li wan dane, diyar kirine dema cenazeyên xwe ji ATK'ê wergirtine bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane. Şeker, diyar kir ku ji bo malbat cenazeyên xwe wergirin ew alîkariya malbatan dikin û got: "Malbat bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Wexta diçin dozgeriyê, ji bo testa DNA'yê xwîn ji wan tê xwestin. Xwînê didin, lê dîsa jî bi mehan nikarin cenazeyên xwe wergirin. Wexta xwîn li hev dertê jî, dîsa demeke dirêj tên sekinandin."    ‘DIVÊ CENAZE DI DARBESTÊ DE BÊN DANÎN'    Şeker, anî ziman ku di vî warî de malbat tên êşandin. Şeker diyar kir ku 3 malbat serî li wan dane û got: "Cenaze xistine nav kîsikan û dane malbatan. Wexta mlabat tevî kîsikê di destê xwe de hat komeleya me, me ji mirovbûna xwe fedî kir.Wesfa cenaze çi dibe bila bibe, divê malbat bi vî awayî neyên êşandin. Wekî zebze be dixin kîsikekî didin malbatan. Ev yek nayê qebûlkirin. EV yek wijdanê mirov nerihet dike. Divê dawî li evan pêkanînan bê. Divê ATK û dozgerî, cenazeyan bidin malbatan û ji bo veşartina li gorî baweriya wan derfetan ji mlabatan re peyda bikin. Wesfa mirî çi dibe bila bibe, mafên mirovî yên mafî li holê ye. Di hundirê darbestan de nedayîna cenazeyan, dijî nirxan e. Demildest divê dawî li evan pêkanînan bê. Em bang li rayedaran dikin divê li gorî tuzuk û rêziknameyan tev bigerin."    MA / Hamdullah Kesen