Dayika Mazlûm Dogan mir 2018-11-11 17:31:01   XARPÊT - Dayika Mazlûm Dogan, Kebîre Dogan di 94 saliya xwe de mir.    Kebîre Dogan, dayika 'Endam û avakrê PKK'ê' Mazlûm Dogan ku li Girtîgeha Amedê ji bo şermezarkirina îşkenceyên li girtîgehê di 21'ê Adara 1994'an di 24 saliya xwe de agir bi bedena xwe xist, mir.    Kebîre Dogan a 94 salî li Nexweşxaneya Dewletê ya Qereqoçan a Xarpêtê mir. Wê cenazeyê wê roja sêşemê li gundê Temanê li Goristana Goman a navçeya Mzzgirt a Dersimê bê veşartin.