Karkerên li Denîzliyê jehrî bûn û qeza derbas kirin 2017-10-27 13:55:21 DENÎZLÎ - Li Denîzliyê servîsa karkeran û mînîbusa rêwiyan li hev qelîbî. Di qezayê de 7 karker birindar bûn. Li fabrîqeya tekstîlê ya Zorlu Holdîngê jî ji ber cizirîna gaza xwezayî 37 karker jahrînîbûn û rakirin nexweşxanê.  Li ser rêya Denîzlî û Enqerê serwîsa karkeran a Kazim Bulut ajokariya wê dikir , li mînîbûsa rêwiyan qelibî. Di qezayê de 7 karker bi sivikî birîndar bûn. Hat zanîn ekîpên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê karkerên birîndar rakirin nexweşxanê.    37 KARKER RAKIRIN NEXWEŞXANÊ   Li fabrîkeya tekstîlê ya Zorlu Holdîng a herêma Kumkisik a navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê çizirandina gaza xwezayî rû da. Ji ber çizirandinê 37 karkerên bi jehrî bûn, rakirin nexweşxanê. Karkerên rakirin nexweşxaneyên cûda yên bajêr, hat hînbûn ku hin karkerên ji gazê zêde bibandor bûn, rewşa wan giran e.