Guler Tunç: Divê DMME bersivek erênî bide gelê Cizîrê 2018-11-11 09:12:49   ŞIRNEX – Guler Tunç dê di 13’ê Mijdarê de beşdarî doza hevjînê xwe Orhan Tunç ê li Cizîrê hat kuştin ku li DMME’yê bê dîtin bibe û vê bangê kir: “Em hêvîdarin wê DMME biryarek erênî bide gelê Cizîrê û li dijî hovîtiya hat kirin bêdeng nemîne.”    Wê danişîna doza kesên li qedexeyên derketina derve yên 2015-2016’an li navçeya Cizîra Şirnexê pêk hatin û jiyana xwe ji dest dan, dê di 13’ê Mijdarê de li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li bajarê Strasbuorgê ya Fransayê bê dîtin. Serlêdana li ser navê Orhan Tunç ê di jêzemînek Cizîrê de jiyana xwe ji dest da hat kirin û ev qebûl bû. Wê di danişînê de serlêdana Tunç bê nirxandin.    Dê ji Ewropa û Tirkiyeyê gelek parêzer beşdarî danişînê bibin û tê payîn rayedarên dewletê jî beşdarî danişînê bibin.    'DIVÊ DMME BERSIVEK ERÊNÎ BIDE GELÊ CIZÎRÊ’   Hevjîna Orhan Tunç, Guler Tunç dê bi jintiya xwe hevjîna Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç, Zeynep Tunç re beşdarî danişînê bibe û got: “Ez bi hêviyek mezin diçim danişînê. DMME di demên dawî de ji hin dozên siyasî re biryara redê da. Ez ji niha ve bang li DMME’yê dikim ku tenê bersivek erênî ne tenê bide me, bersivek erênî bide gelê Cizîrê.”    'BILA DMME LI PEY BIRYARA XWE BISEKINE’    Tunç danişînê wek “Wê ew roja hîvitiyê qet neyê jibîrkirin û dê bibe roja vegotina hovîtiya Cizîrê” nirxand û divê serlêdan neyên redkirin. Tunç bang li DMME’yê kir ku li pişt biryara xwe ya tedbîra ji bo hin kesan da bisekine û got: “Em hêvîdarin ku DMME li dijî hovîtî û zilmê bêdeng nemîne.”    'DAYIKA ESMER Û BÊKES WÊ ŞAHIDIYÊ BIKIRINA’    Tunç bertek nîşanî nedayîna vîzeyê ji bo kurê xwe Bêkes Tunç ê 2 salî û xwesiya wê Esmer Tunç ên dê beşdarî danişînê bibûna da û wiha got: “Hefteyek berê ji me re gotin her tişt temam bûye. Lê vîzeya Dayika Esmer û Bêkes betal kirin. Bêkes yekî ku şahidiya wahşeta li ser bavê xwe kiriye. Dayika Esmer jî bi halê xwe nexweş dixwest beşdarî danişîna kurê xwe bibe. Lê destûr nedan. Ev şermek giran e.”