Parêzerê doza Cizîrê Demîr: Dewlet dê cara yekem di parastinê de be 2018-11-11 09:11:23   STENBOL - Parêzerê doza Cizîrê Ramazan Demîr der barê danişîna dozê ya dê li DMME'yê were dîtin axivî û got: “Di vê dozê de hêla girîng ev e ku tevî hemû astengî û gefan bi kedeke mezin heya van deran hat û dewlet dê cara yekem di parastinê de amade be."   Qedexekirina derketina derve yên ku di navbera salên 2015 û 2016'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qewîmin de gellek kesan jiyana xwe ji dest da bûn. Derbarê binpêkirina mafên mirovan ên wê demê de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DDME) hatibû dayîn de, dê di 13 Mijdarê de danişîna dozê bê dîtin. Gellek parêzer wê tevlî daneşîna ku roja sêşemê seat 09.00'an de li bajarê Strazburgê ya Fransayê were ditîn bibin.  Parêzer Ramazan Demîr ê ku ji bo danişînê li Fransayê ye derbarê dozê de axivî.    Demîr diyar kir ku ji Tebaxa 2015'an heya neha di serî de li Cizîr, Sûr û Silopiya û li gelek bajar û navçeyan ji hêla qeymeqam û waliyan ve qedexekirina derketine derve hat îlankirin û wan jî derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên ku di van qedexeyan de derketin holê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Demîr anî ziman ku di di van serlêdanên xwe de ji AYM û DMME’yê de xwestine pêşiya binpêkirina mafên mirovan bên girtin û DMME'yê biryara vê serlêdana wan bi lez û bez girtiye dest.    Demîr destnîşan ku piştî vê biryarê DMME'yê serlêdanên wan ên ku ji 160 dosyayan zêdetirin di 15 Kanuna 2016'an di derbarê 34 dosyayan de ji Tirkiyeyê parastin hat xwestin û têkildarê esasî yên serlêdanan di dîrokek pêş de wê biryara xwe bide.    'LI SER DOSYEYA TUN DÊ NIRXANDIN BÊ KIRIN’    Demîr got ew ê di danişînê de li ser navê malbata  Tunç parastinê bike û wiha domand: “Dadehê biryara parastinê da me. Wê li ser dosyeya Orhan Tunç nîqaşa hiqûqî û nirxandin bê kirin.” Demîr an ziman ku ew ê DMME’yê ji bo biryara AYM’ê daye serlêdanan wan dê qanih bikin û hêvî dikin ku wê wan şûn ve neşînin AYM’ê û heke tiştek wiha pêk were jî dê pişt re dîsa dikaribin dozê bibin DMME’yê.    'CIZÎR CARA EWIL LI DADGEHA NAVNETEWÎ YE’    Demîr diyar kir ku encam çi dibe bila bibe biryara danişînê gelek girîng e û wiha got: “Ji bo tiştên li Cizîrê qewimîn dê Cizîr cara yekem li dadgehek navnetewî bê nîqaşkirin û biryarek ji Cizîrê bê dayîn ji bo hemû cîhanê mînak e. Dewlet dê cara yekem hesabê komkujiya Cizîr û qedexeya derketina derve bide. Dewlet wê cara yekem di parastinê de cih bigire.”    MA / Yasîn Kobulan