'Dixwazim çêkirina bûkokan bi zarokên Rojava bidim hînkirin’ 2018-11-11 09:07:50   STENBOL – Hunermenda  bûkokan Yagmur Kahvecî hilberîn hêzek mezin dide wê û got: “Li Rojava şoreşek heye û kirdeya vê şoreşê jin in. Dixwazim bi wan re bim û çêkirina bûkokan bi zarokan bidim hînkirin.”    Hunermenda bûkokan Yagmur Kahvecî li atolyeyek bûkokan a li Taksîma Stenbolê ev bû 4 sal in bûkokan çêdike. Kahvecî ji biçûkatiya xwe ve meraqdara çêkirina bûkokan e û dest ji dibistanê berdide û çêkirina bûkokan ji xwe re dike pîşe. Kahvecî di demên pêş de difikire ku hunera bûkokan hem bi xwendekarên dibistanan re û hem jî di pêşandanên kolanan de bi gel re bîne ba hev.    'BÛKOKÊNJI DEVIYAN DIHATIN ÇÊKIRIN BANDORÊ LI SER MIN KIRIN’    Kahvecî behsa serpêhatiya xwe ya çêkirina bûkokan kir û diyar kir ku dîroka hunera bûkokan dirêjî Beriya Zayîn (B.Z.) 4000’an dibe û ji bo çêkirina bûkokan ji biçûkyatiya xwe ve meraq dikir. Kahvecî wiha behsa serpêhatiya xwe kir: “Min li bazaran bûkokên ji deviyan hatibûn çêkirin dît û ez pir di bin tesîra wan de mabûm. Pişt re ez fikirîm ku mirov dikare ji bermahiyan tiştan çêke. A ku herî zêde bandorê li ser min kir, fîgûrê bûkokên ji deviyan hatibûn çêkiribûn. Dûre min li ser enternetê lêkolîna kir. Min li Taksîmê mamosteyê xwe niha nas kir. Ev 4 sal e em bi hev re bûkokan hildiberînin.”    ‘HILBERANDIN HÊZÊ DIDE MIN’    Kahvecî hilberîna tiştekî hêz dide wê û got: “Her ku ez dihilberînim ez aram dibim û xwe bi hêz dibînim. Her ku hildiberînim bawer dikim hatime dinê. Hem ruhê min xwedî dike û hem jî di gelek waran de min li pêş dixe. Ez bûkokan hem ji kaxez, kulav û hem jî ji hevîrê taybet bi 3 cûreyan çêdikim. Di van demên dawî de bûkokên çêdikim ji aliyê hevalên min ve rastî eleqeyek mezin tê. Ev jî dibe sedema ku em zêdetirîn sîparşîna digirin.”    ‘DIXWAZIM BI ZAROKÊN ROJAVA RE BÛKOKAN ÇÊKIM’    Kahvecî yek ji xeyalên xwe yên ji bo bûkokan jî wiha got: “Li Rojava şoreşek heye û kirdeya vê şoreşê jin in. Dixwazim bi wan re bim û çêkirina bûkokan bi zarokan bidim hînkirin. Bi qasî ji destê min tê dixwazim bi wan re bibim destek. Xeyalek min wiha heye. Dixwazim bi zarokan re dema xwe derbas bikim.”    MA / Necla Demîr