Demîrtaş: Xwedîderketina li rojnamegeran peywirek exlaqî ye 2017-10-27 13:53:40 STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştgirî da çalakiyên ji bo rojnamegerên girtî yên ji hêla Însiyatîfa Rojnamegerên Derve û got ku "Xwedîderketina li rojnamegeran peywirek exlaqî ye." Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, bi peyamekê piştgirî da çalakiya Însiyatîfa Rojnamegerên Derve ya ji bo rojnamegerên girtî hatiye destpêkirin. Hat gotin ku dê sibê saet di 12.00'an de li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bi dirûşma "Ji bo azadiyê dest bidin hev, ji bo edaletê dest bidin hev" meşek bê lidarxistin.   'JI ROJNAMEGERAN RE AZADÎ'   Demîrtaş bi sernavê "Ji rojnamegeran re azadî" nameyek şand û ev tişt got: "Çawa gelek kes bê heq û bê hiqûq di girtîgehan de tên girtin, rojnameger jî bi wî şeklî avêtine girtîgehê û divê bigihêjin azadiya xwe. Ji bo ev pêk bê ez jî bi dil piştgiriyê didin meşa 'Ji bo azadiyê dest bidin hev, ji bo edaletê dest bidin hev' a li navçeya Kadikoyê roja Şemiyê pêk tê"