KCD: Biryara dadgehê dijî qanûnê ye û nayê qebûlkirin 2017-10-27 13:32:07 AMED - Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ji ber peyva "Kurdistanê" xwest Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiyeyê der bas dibe, bê girtin. KCD'ê bertek nîşanê biryarê da û aşkera kir ku ev tişt nayê qebûlkirin. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji ber peyva Kurdistanê di navê Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiyeyê de derbas dibe, bi daxwaza girtinê îdianame amade kir û pêşkêşî Dadgeha Makekanûnê kir û hat qebûlkirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) aşkera kir ku qebûlkirina îdianameyê derveyî hiqûqa gerdûnî, mafên mirovan û demokrasiyê ye û da zanîn ku dê ev yek rê li ber metirsiyê vedike.   DARAZ ÊDÎ YA AKP'Ê YE   KCD'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser siyaseta li Tirkiyeyê jî û destnîşan kir ku wekî tê zanîn di jiyana siyasî ya li Tirkiyeyê de gelek partiyên siyasî yên dixwazin pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk bên çareserkirin, bi awayekî dijhiqûqî û dûrî rastiya civakê, hatin girtin û ev tişt hat gotin: "Di serî de gelê kurd, hemû derdorên civakî yên demokratîk ji bo beşdarî qada siyasî nebin bi vî awayî pêşiya wan hatin girtin. Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê, AKP’ê daraz desteser kir û bûye daraza AKP’ê. Bi vê re gelek derdorên civakî ji derveyî jiyana siyasî hiştin û ev yek her ku diçe zêdetir dibe."   DIJMINAHIYA KURD Û KURDISTANÊ DIKIN   KCD'ê diyar kir ku ji ber peyva "Kuridistanê" girtina partiyeke siyasî bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha pê de çû: "Têgeha Kurdistanê wekî rastiyekê ji hêla gelê kurd, hemû Rojhilata Navîn û civaka dinyayê ve rewa tê dîtin û her tim wisa tê bibîranîn. Di vir de pêşdarazî û hewldana neyartiyê ya li hemberî nirx, hebûn a gelê kurd û Kurdistanê ye."    KCD'ê da zanîn ku di makekanûna 1921’an, girtekên civînên TBMM’ê, girtekên hevdîtin navneteweyî, arşîvên dîrokî û belge, her wiha di axaftin û nivîsandinên di navbera rayedarên dewletê û rûsipiyan û hwd. de têgeha Kurdistanê di nava jiyana civak û siyaseta Tirkiyeyê de wekî rastiyekê piştrast dike.    KCD'ê got ku "Rastiyeke heye ew jî bi biryara dadgehê nikarin rastiya civakî û dîrokê biguherînin" û piştrast kir ku ev yek bi awayekî zanistî hatiye piştrastkirin û daxuyanî wina bi dawî kir: "Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk vê nêzîkatî û hişmediyê şermezar dikin."