5 kes li Îzmîrê hatin binçav kirin 2018-11-10 16:40:02   ÎZMÎR - Li navçeya Bornova, di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin.      Li navçeya Bornova ya Îzmîrê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin. Polîsan deriyên malan şikandin, dest danîn ser gelek pirtûk û cîhazên elektronîk ên destan. 5 kesên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, birin Şaxa TEM'ê ya Îzmîrê û hinceta binçavkirina 5 kesan nehat zanîn.