Dayikên Şemiyê ligel qedexeyan jî aqûbeta Yazici pirsîn 2018-11-10 15:24:30   STENBOL - Dayîkên Şemiyê, di çalakiya xwe ya hefteya 711’emîn de aqûbeta Ramanzan Yazici yê berî 22 salan hat windakirin pirsîn. Dîrektorê Kampanyeya Rêxistina Afû ya Navneteweyî yê Ewropayê Fatîs Fîlîppou, diyar kir ku ji çalakiya hefteya 700’yan ve ew dinava  şokê dene û tiştên tên jiyîn wan xemgîn dike.   Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 711'emîn de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk bînin, lê dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Dayikên Şemiyê yên li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê kom bûn, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Dayikên Şemiyê li ser vê yekê, daxuyaniya xwe ya heftê li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê dan. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Ramazan Yazici yê di 22’yê Mijdara 1996’an de li Amedê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat pirsin û daxwaza edaletê ji bo Yazicî hat kirin.   Parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Huda Kaya, Dîlşad Canbaz û Garo Paylan, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu,Dîrektorê Kampanyeya Rêxistina Afû ya Navneteweyî yê Ewropayê Fatîs Fîlîppou û Berpirsa Kampanyayê ya Rêxistina Afû ya Navneteweyî ya Ewropayê Mîlena Buyum piştgirî dan çalakiyê.     ÇÎROKA YAZICI HAT VEGOTON    Daxuyaniya heftane keça Fehmî Tosun Besna Tosun da. Tosun, di axaftina xwe de bal kişande ser ne cezakirinên dozên li DMME’ye û wiha got: “Ramazan Yazici yê 36 salî ajokariya mînîbûsê yê dinava Farqîn û Amedê de dikir. Di 22’yê Mijdara 1996’an saet 09.00’an de li Garaja Melîkahmet a Farqînê 3 kesên xwe weke polîs nîşan dan, Yazici kirin binçavan. Li gorî şahidan Yazici li wesayîteke marka wê Şahîn a plakeya wê 21 DZ 490’an siwar kirin û bi xwe re birin û ligel hemû hewldanan carek din agahî ji Yazici nehat girtin. Malbatê serî lig elek sazî û dezgehên dewletê dan, lê tu gav nehat avêtin.   Malbatê dûre serî li Şaxa ÎHD’a Amedê û Rêxistina Afû ya Navneteweyî da. ÎHD’ê ya ku şopa bûyerê berneda, 2 sala şûnde xwe gihan nasnameya Yazici. Malbata Yazici û rêveberên ÎHD’ê ji bo cenazeyê Ramazan Yazici di 19’ê Mijdara 1998’an de bigirin çûn Goristina Navendî ya Hezexê. Lê ji ber ku nav li ser cenazeyên hatibûn veşartin, tunebû, cenazayê Ramazan nehat dîtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê dosyayê de tu gav pêş de ne avêt û DMME’yê jî Tirkiye mehkûm kir.”   'EM BANGA HESTIYARIYÊ LI DOZGERAN DIKIN'    Tosun, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê rayedar bi awayekê bi hêz lêpirsînan bi rêve bibe. Ji bo dîtina cenazeyê Ramazan Yazici em bang hestiyariyê li dozgeran dikin. Heya  ku daxwazên me yên edalet û hiqîqetê pêk neyê, emê dest ji têkoşîn û  qada Galatasariyê bernedin.”    Dîrektorê Kampanyeya Rêxistina Afû ya Navneteweyî yê Ewropayê Fatîs Fîlîppou jî, diyar kir ku ji çalakiya hefteya 700’yan û vir ve ew dinava şokê dene û tiştên tên jiyîn wan xemgîn dikin.