‘Bila girtiyê nexweş Yilmaz Suncak bê berdan’ 2018-11-10 15:14:41   ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê xwest girtiyê nexweş Yilmaz Suncak ê tedawiya wî tê astengkirin bê berdan.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 455’emîn de li ber avahiya Serokwezîriyê ya li navçeya Konaka Îzmîrê çalakiya xwe dewam kir. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdar bûn. Pankarta “Bêdeng nebe û nebe şirikê sûc, dimirin” hildan. Vê hefteyê balê kişandin ser rewşa girtiyê nexweşîna penceşêrê ya tiroîdê pê re heye Yilmaz Suncak ê li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa T ya Şakrana Îzmîrê.    'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’    Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê parêzer Zafer Încîn di çalakiyê de axivî û diyar kir ku girtîgeh bûne navendên zordestî û zextan û got: “Li girtîgehan pêkanên li dijî mirovahiyê pêk tên. Bi sedan girtiyên li ber sînorê mirinê hene. Yek ji van girtiyan jî Yilmaz Suncak ê 25 sal e girtî ne. Rewşa wî her ku diçe xerab dibe. Li gelek girtîgehan maye. Li gel ku bênavber bê tedawîkirin lê wî nabin nexweşxaneyê û dermankirina wî asteng dikin. Li gel nexweşîna penceşêra tîroîdê gelek nexweşînên wî din jî hene. Mafê tenduristiyê mafek mirovî ye. Divê bi awayek baş girtiyên nexweş bên dermankirin û bila Yilmaz Suncak jî demildest bê berdan.”