Ji girtiya nexweş Tokmak parçe girtin 2018-11-10 13:36:48   STENBOL - Girtiya nexweş Fatma Tokmak ji ber xwînîbûn derbas kir, pêr dîsan ji Girtîgeha Bakirkoyê sewqî nexweşxanê hat kirin. Hat diyar kirin ku ji bo bîyopsiyê parçe ji Tokmak girtine.    Girtiya nexweş Fatma Tokmak a li Girtîgeha Bakirkoyê, ji ber ku rewşa tenduristiya wê xerab bû di 6’ê Mijdarê de rakirin Beşa Nexweşiyên Sing a Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Sadî Konukê. Tokmak a piştî venêrînê dîsan şandin girtîgehê, pêr dîsan rakirin nexweşxanê. Hat diyar kirin ku piştî kontrola li nexweşxanê cardin Tokmak şandin girtîgehê.   Parêzera Tokmak Eren Kesekîn duh çû nexweşxanê û bi bijîşk re hevdîtin kir. Li gorî agahiyên ji bo Keskîn hatin dayîn, Tokmak xwînîbûna malzarokê derbas kiriye û gelek xwîn winda kiriye. Bi rêya bijîşk hat hîn bûn ku ji bo biyopsiye parçe ji Tokmak hatiye girtin û şandine beşa lêkolîne. Li bendê ye ku heya mehekê encamên lêkoşîna biyopsiya Tokmak derbikevin. Di heman demê de nexweşiya dil a Tokmak jî girane.