Tosun a HDP’î bi jinên Îzmîrê re hatin gelhev 2018-11-10 13:07:08 ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun a di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Îzmîrê bi jinan re hatin gelhev, banga têkoşîna yekitî û bi hevrebûnê kir. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îzmîrê, di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî de, bi tevlîbûna Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, taştêş ji bo jinan da. Taştê li taxa Çîmentepe ya navçeya Konakê dayîn. Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî civîna taştê bûn.    ‘HERÎ ZÊDE JIN AZADIYÊ DIXWAZIN’   Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun piştî xwarin xwarina taşê, axaftinek kûrt kir û wiha  got: “Jin di pêvajoyek pir zor re derbas dibin. Her bûyerên binçavkirin û girtinan rû didin. Li Amedê her roje cenazeyek an jî 2 cenaze tên ber deriyên malbatên me. Dayik tim ji pêvajoyên wiha bi bandor dibin. Îro divê em jin tekoşîna xwe ya yekitî û bihevrebûnê mezin bikin. Di 25’ê Mijdarê  de emê li qadan bin. Ji ber ku herî zêde jin azadî û aştiyê dixwazin.”   Tosun, dûre bang li hemû jinan kir ku beşdarî îmzekirina pirtûka “Di Siyaseta Kurd de Rengê Mor ê  Jinan” a Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a di girtîgehê de nivîsandibû, bibin. Pirtûk dê li Mala Pirtûkan a Z a li ser cadeya Şehîdên Alsancak a Kibrisê bê îmzekirin.