Şerê namzetan ê dinavbera qeyûm û AKP’iyan de! 2018-11-10 10:32:55 MÊRDÎN - Pevçûna dinavbera Walî Mûstafa Yaman ê qeyûm, wekîlê berê yê AKP’ê û rêveberiyên AKP’ê ya li ser di hilbijartina herêmî de ji bo bibin namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê mezin dibe. Ji ber pevçûnê, Serokê AKP’ê yê Bajêr Nîhat Erî yê navî jî derbas dibe, îstîfa kir.    AKP ji bo hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adarê ya 2019’an, ji niha de difikire ku dê kî weke namazet li Şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên qeyûm tayînê wan kir, nîşan bide. Nîqaşên vê yekê yên dinava AKP’ê de mezin dibin. Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî yek ji wan bajarane ku nelirêtî lêhatiye kirin û ev di kontrolkirinên Sayiştayan de jî hat tespîtkirin    DERZÊN DINAVA AKP’Ê DE ÊDÎ LI KOLANAN BELAV BÛYE   Li Mêrdînê di hilbijartinên herî dawî de, Partiya Demokratîk a Gelan )HDP) li bêş bû. Lê ji bo namzetên şaredariyê yê AKP’ê navê Parlamenterên AKP’ê yên berê Orhan Mîroglu, Suleyman Bolunmez, Serokê AKP’ê yê Bajêr Nîhat Erî û Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman ê weke qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin derbas dibin. Pevçûna dinavbera her çar kesan de tê jiyîn, êdî kulîsên partiyê jî derbas kirin û li kolanan belav dibe.   NAMZETIYA YAMAN TÊ ASTENG KIRIN    Bi taybetî gotegotên dê Walî Yaman bibe namzet, bû sedem ku di nava teşkîlata AKP’ê ya bajêr de nîqaş derbikevin. Ji ber ku teşkîlata AKP’ê aciz bûye ku Walî Yaman îhaleyên şerederiyê dana xizmên xwe û şîrketên derveyî Mêrdînê, li dijî namzetiya wî derdikeve û hewl dide li ser malbatên Mîroglu, Bolunmez û Erî namzetiya Yaman bê astengkirin.      ÎDÎAYA BOLUNMEZ HAT DERPKIRIN      Di rojên derbas bûyî de hat îdîakirin ku li ser mijarê dinavbera Bolunmez û Yaman de pevçûn derketiye û Bolunmez di dema pevçûnê de, hatiye derp kirin û Yaman ê di namzetiyê de bi israre, j jê re gotiye ‘biçe li Çorumê bibe namzet.’ Bolunmez jî li ser vê yekê bi ser Yaman de çûye û di wê navberê de Bolunmez hatiye derp kirin. Hat diyar kirin ku Bolunmez ê li ser vê bûyerê diçe Enqerê, bi rêveberên partiyê hevdîtin dike û destûr ji bo wî nehatiye dayîn ku daxuyanî bide.   Ji ber ku keça Bolunmez Ceyda Bolunmez parlamentera AKP’ê ya Çankira Îzmîrê ye, kes bi awayekê gerim li namzetaiya Bolunmez mêze nake.  Mîroglu yê li bajêr xwe weke namzetê herî xurt ê AKP’ê dibîne jî, di demên dawî bi hin malbatan re tim civînan li dar dixe.     Li aliyê din, hat diyar kirin ku Serokê AKP’a Mêrdînê Nîhat Erî ji ber pevçûnên namzetiya şaredariyê yên AKP’ê îstîfa kiriye, lê derbarê mijdarê de hîna tu daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn. Piştî Erî, nûçeyên îstîfayên komî yên endamên Teşkîlata AKP’ê yên bajêr di sîteyan de hatin dayîn. Tê gotin ku  Erî yê bertek nîşanî namzetiya Yaman ê qeyûm da û îstîfa kir, di hemla xwe ya dawî de jî, xwe ji hilbijartina namzetiyê paşve vekişand.    MA / Ahmet Kanbal