'Divê DMME li dijî qedexeyan helwesta xwe nîşan bide’ 2018-11-10 09:42:57   ŞIRNEX - Parêzer Newroz Uysal, derbarê danişîna serledana qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê hat îlankirin a DMME ya di 13’ê Mijdarê bê dîtin de axivî û got: “Helwesta di dadgehê de bê nîşandan, dê helwesta li dijî Tirkiyeyê û qedexeyên derketina derve derbixe holê.”   Serlêdanên derbarê qedexeyên derketina derve yên di salên 2015 û 2016’an ên li navçeya Cizîra Şirnexê hatin îlan kirin û di van qedexayan de gelek kesan jiyana xwe ji dest a ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropeyê hat kirin, dê di danişîna 13’ê Mijdarê de bê dîtin. Serlêdana, li ser navê Omer Elçî û Orhan Tunç ên di jêrzemînan de hatin kuştin, hat kirin, dê li bajarê Strasburga Fransayê di saet 09.00’an de bê dîtin.   DÊ ÎDAREYÊN DEMÊ JÎ BEŞDARÎ DANIŞÎNÊ BIBIN   Ji Ewropa û Tirkiyeyê dêgelek nûnerên saziyên mafên mirovan û parêzer danişînê bişopînin. Di heman demê Hevjîna Orhan Tunç Guler Tunç û hevjîna Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê di heman jêrzemînê de hat kuştin Zeynep Tunç jî dê beşdarî danişînê bibin û li bendêye ku hîn rayedarên saziyên dewletê yên di dema qedexeyan de hebûn jî, beşdarî danişînê bibin.   Dayika Mehmet Tunç Esmer Tunç û kurê Orhan Tunç Bêkes Tunç jî ji bo beşdarî danişînê bibin serlêdana vîzê kiribûn, lê bi hinceta “Rîska penabertiyê” serlêdana wan nehat qebûlkirin.    PRZ. UYSAL DÊ BÛYERÊN  LI CIZÎRÊ BÊN NÎQAŞKIRIN   Parêzer Newroz Uysal a li ser navê malbatan serî li DMME’yê da, derbarê danişîna bê dîtin de axivî û wiha got: “Di dema qedexeyan de sûcên mirovahiyê hatin kirin. Di danişînê de, dê bûyerên li Cizîrê di demên qedexeyan de hatin jiyîn bên nîqaşkirin. Dê nîqaş li ser ambulansên ji bo birîndaran nehatin şandin û ‘qada gewr’ a dewletê dibin navê ‘têkoşîna bi terorê re’ dayî avakirin, bên kirin. Di salên 90’î de jî heman bûyer hatin jiyîn û DMME ji bo bûyerên di salên 90’î de hatin jiyîn Tirkiyeyê mehkûm kir. Lê qedexe hîn jî di rojevîne û di demek nêz de pêk hat. Ji ber vê divê niha rêyekê ku hesap bê dayîn bê vekirin. Ev yek girînge.”   Uysal di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “DMME yan dê serlêdanan qûbel bike û li ser bûyerên di qexeyan de hatin jiyîn nirxandin bike, yan jî dê serlêdanan qebûl neke û dosyayê terkî wijdana Dageha Qanûna Bingehîn (AYM) bike. Ger dadgeh serlêdanan qebûl bike, wê demê necare ku biryarekê jî bide. Di warê hiqûqî û binpêkirinên mafan de dê nirxandin bike. Ger serlêdana neyê qebûl kirin, emê dîsan serî li AYM’ê bidin. Piştî biryara AYM’ê, emê dîsan serî li DMME’yê bidin. Di dawiyê emê dîsan serî li DMME’yê bidin. Di heman demê de, helwesta di dadgehê de bê nîşandan, dê helwesta li dijî Tirkiyeyê û qedexeyên derketina derve de jî derbikevê holê.”