81 sal derbas bûn: Êdî daxwaza tiştekî ji vê dewletê nakin 2018-11-10 09:29:30 DERSIM - Di ser Komkujiya Dersimê re 81 sal derbas bûnç Hevserokê HDP'a Dersimê Hidir Çîçek, anî ziman ku di komkujiyê de zêdetirî 80 ferdên malbata wan hatine qetilkirin û ji bo ew hestiyên xizmên xwe bibînin tu derî nemane wan lê nexistiye. Çîçek got: "Lê êdî tu hêvî û bendewariyeke me ji vê dewletê tune ye."  Di 1937-38'an de di dema Qirkirina Dersimê de Seyîd Riza û 6 hevalên xwe di 25'ê Mijdara 1937'an de hatin darvekirin. Di ser vê darvekirinê re 81 sal derbas bûn. Li gorî hejmarên fermî yên dewletê di sala 1937'an de hezar û 737 kes û di sala 1938'an de jî 6 hezar û 868 kes hatine kuştin. Hevserokê HDP'a Dersimê Hidir Çîçek, anî ziman ku di komkujiyê de zêdetirî 80 ferdên malbata wan hatine qetilkirin û ji bo ew hestiyên xizmên xwe bibînin tu derî nemane wan lê nexistiye. Çîçek got: "Lê êdî tu hêvî û bendewariyeke me ji vê dewletê tune ye."    JI MALBATA WÎ ZÊDETIRÎ 80 KES HATIN KUŞTIN    Çîçek, da zanîn ku di li Dersimê di sala 1937-38'an de li herêma Kûtûdere li mezrika Gevrek a Gundê Gokçekê zêdetirî 80 ferdên malbata wî hatine qedexekirin. Çîçek, anî ziman ku di komkujiyê de tenê bavê wî û pismamê wî filitîne û pêşengên eşîretên nêzî dewletê extiyar, jin û zarokên gund radestî qereqolê kirin. Çîçek got: "Ên tên teslîmkirinpiştî demekê li herêma Pax û Marçîkê emû tên kuştin. Wexta ev komkujî pêk tên, kesên mayî teslîm nabin û berê xwe didin çiyê. Paşê ferdên malbatê di sala 1944'an de yeko yeko tên kuştin. Bavê min û pismamê wî bi salan di şikeftan de dimînin û paşê bi qanûna efûyê re xelas dibin."    ‘XWESTIN DERSIMÊ TUNE BIKIN'    Çîçek, destnîşan kir ku tevgera wê demê ji bo pitikek jî li Dersimê sax nemîne hatiye destpêkirin û got: "Ev tevger ji bo bi awayekî topyekûn Dersimê tune bike hat destpêkirin. Xwestin Dersimê tune bikin. Paşê jî xwestin polîtîkayên xwe yên taybet pêk bînin. Lê ev yek çênebû. Lê niha ev polîtîkayên çewisandinê didomin. Bi polîtîkayên şerî di du salên dawî de li herêmê mirov neman. Bi hezaran mirov ji ber polîtîkayên çewisandin û şerî ji warên xwe koçber bûn."    ‘JI BO CENAZEYAN DAXWAZEK ME TUNE YE'    Çîçek, anî ziman ku wan cenazeyê ferdên malbatên xwe nedîtine û got: "Polîtîkaya bêgoritiyê ji sala 1937'an ve didome. Wexta mijar dibe kurd, mezar jî li ber çavên wan tê. Rêza vê dewletê ji bo miriyan jî tune ye. Ji bo hestî û cenazeyên xizmên me yên winda tu derî neman me lê nexist. Lê êdî tu daxwazî, hêvî û bendewariya me ji vê dewletê tune ye. Ji ber em elewî û kurd in em tên cezakirin."    MA / Semra Turan