9 hezar Rojavayî ji Başûr vegeriyan Rojava 2017-10-27 13:00:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Di mehekê de, zêdeyî 9 hezar Rojavayiyên li Başûrê Kurdistanê vegeriyan Rojava. Aloziya li Başûrê Kurdistanê di demên dawî de bi taybet piştî derbasbûna artêşa Îraqê û Heşdî Şabî, li hin herêmên Başûr şer zêde bû, bi hezaran welatiyên Rojavayê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistan bi cih bûbûn dîsa vegeriyan warê xwe. Rêveberê Komîteya Têkiliyan a Dêriyê Sêmalka yê di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de Baz Ehmed ji ANHA’yê axivî û diyar kir ku vegera welatiyên Rojava di çend rojên derbasbûyî de zêde bûn û sedama vê vegerê wekî bûyerên li herêma Kurdistanê rû didin nîşan da. Baz Ehmed diyar kir ku di nava mehekê de 9 hezar welatiyên Rojava piştî ku belgeyên xwe yên niştecihbûnê radestî aliyên din ê dêrî kirine, vegeriyane warê xwe.