Parêzer e, lê nikare serdana muwekîlên xwe bike! 2018-11-10 09:26:06 STENBOL - Parêzer Gurkan Îsteklî, ji ber par der barê wî de lêpirsînek hat destpêkirin, heftê 5 rojan diçe qereqola polîsan û îmzeyê dide. Ji ber vê îsteklî nikare derkeve derveyî Stenbolê û karê xwe bike.  Parêze Gurkan Îsteklî, di 15'ê Mijdara 2017'an de li navçeya Kahniya Xezalan a Rihayê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê hat binçavkirin û piştî 14 rojên binçavkirinê li dadgehê ew bi şertê venêrîna edlî berda. Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Rihayê biryar da ku Îsteklî heftê 5 rojan biçe emniyetê û îmzeyê bide. Ji wê rojê ve Îsteklî heftê 5 rojan diçe Çaglayanê û îmzeyê dide qereqola polîsan. Ji ber der barê Îsteklî de du doz û lêpirsînek heye, nikare derkeve derveyî bajêr û biçe cem malbata xwe. Her wiha Îsteklî nikare dozên muwekîlên xwe jî baş bişopîne û li girtîgehan nikare serdana muwekîlên xwe bike.    ‘ÊDÎ NIKARIM KARÊ XWE BIKIM'    Îsteklî bi bîr xist heftê 5 rojan diçe qereqolê û îmzeyê dide û got: "Ji ber vê nikarim tu tiştî jî bikim. Nikarim derkevim derveyî Stenbolê. Ji ber vê nikarim li girtîgehan serdana muwekîlên xwe jî bikim." Îsteklî, destnîşan kir ku ji ber vê nikare karê xwe bike û got: "Hema bêje nêzî salekê ye nikarim bixebitim. Êdî hindik maye dev ji karê xwe berdim."    Îsteklî, da zanîn ku ji bo dawî li biryara venêrîna edlî bê, gelek caran serî li Dozgeriya Komarê ya Rihayê daye, lê belê bi tu awayî bersiva serlêdanên wî nehatiye dayîn. Îsteklî, anî ziman ku tenê hêviya wî ew e ku wexta lêpirsîn veguhere dozê û dawî li vê biryarê bê. Îsteklî, bilêv kir ku Dozgeriya Komarê ya Rihayê mehek berê dosye ji Dozgeriya Komarê ya Stenbolê re şandiye, lê belê li vir jî dosye hatiye sekinandin.    ‘NE HIQÛQÎ, POLÎTÎK E'    Îteklî, anî ziman ku heftê 5 rojan biryara venêrîna edlî, venêrîneke pir giran e û tu eleqeya wê bi hiqûqê re tune ye. Îsteklî got: "Ev biryar, biryareke polîtîk e. Ji bo sûên giran jî hefteyekê an jî mehekê biryara venêrîna edlî tê dayîn, lê ji bo dosyeyeke ku lêprisîna wê didome heftê 5 roja biryara venêrîna edlî hatiye dayîn. Loma ev yek ne hiqûqî, polîtîk e."    MA / Yasin Kobulan