ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-11-10 09:00:55 * Cerraha Zarokan Nergul Çorduk ku bi KHK'ê hat îxrackirin, ji bo madeya 5'emîn a mafê xebatê ya bijîşkan bin pê dike got: "Wê bibe destpêka şideteke nû."  * Jinên alaya azadiyê ya "Xwişkên Mirabel" bilind bikin, wê îsal jî di serî de li Tirkiye û bajarên kurdan û bi giştî li tevahiya cîhanê li hemberî şideta mêr-dewletê li qadan bin.    * Qeyûmê tayînî Şaredariya Dîgorê hat kirin, kolana ku di dema rêveberiya şaredariya DBP'î de navê Orhan Dogan lê hatibû kirin, guheran. Her wiha qeyûm peykerê Ehmedê Xanî yê li parkeke navçeyê bû jî rakir.    * Parêzer Newroz Uysal, derbarê danişîna serledana qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê hat îlankirin a DMME ya di 13’ê Mijdarê bê dîtin de, axivî û got: “Helwesta di dadgehê de bê nîşandan, dê helwesta li dijî Tirkiyeyê û qedexeyên derketina der ve derbixwe holê.”   * Parêzer Gurkan Îsteklî, ji ber par der barê wî de lêpirsînek hat destpêkirin, heftê 5 rojan diçe qereqola polîsan û îmzeyê dide. Ji ber vê îsteklî nikare derkeve derveyî Stenbolê û karê xwe bike.    * Li Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Amedê, gardiyanê hewl da zarokê bi navê F.T. bifetisîne, hîna jî li ser kar e. Malbata F.T. li Colemêrgê dijî û diyar kir ku ew ê giliyê gardiyan bikin.    * Li Edeneyê, dengbêj her hefte dibin mêvanên malekê û bi dirûşmeya "Serê malê kilamek" hewl didin çanda dengbêjiyê bidomînin.    * Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran, diyar kir ku li girtîgehê lêgerîna tazî tê kirin, gardiyan davêjin ser qawîşan, jimariya di nîzama leşkerî de tê kirin, pirtûk û nameyên wan nadin wan û ji ber ew li dijî binpêkirinên mafan derdiekvin îdareya girtîgehê cezayê hucreyê li wan biriye.    * Di ser Komkujiya Dersimê re 81 sal derbas bûnç Hevserokê HDP'a Dersimê Hidir Çîçek, anî ziman ku di komkujiyê de zêdetirî 80 ferdên malbata wan hatine qetilkirin û ji bo ew hestiyên xizmên xwe bibînin tu derî nemane wan lê nexistiye. Çîçek got: "Lê êdî tu hêvî û bendewariyeke me ji vê dewletê tune ye."    * Dayikên Şemiyê, ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û kiryarên ximzên wan bên darizandin, dê cara 711'an de jî li Qada Galatasarayê bên cem hev. (12.00)   * Wê çalakiya bi dirûşmeya "Bila Winda Bên Dîtin Kiryar Bên Darizanin û Girtiyên Nexweş Bên Berdan" ku Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê li dar dixe, di efteya 455'an de li navçeya Konakê li ber avahiya serokwezîrtiyê bê lidarxistin. (13.00)    * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê wê ji bo girtiyên nexweş di hefteya 346'an de careke din li Qada Galatsarayê "Rûniştina F"yê li dar bixe. (13.30)   * Platforma Zimanê Kurdî ya bi armanca pêşxistina zimanê Kurdî, ji bo fermîbûyîna ziman û di dibistanan de zimanê Kurdê bê dayîn a ji aliyê HDP'ê û nûnerên partiyên Kurdan ve hat avakirin, dê li Otela Plaza ya navçeya Yenîşehîra Amedê "Komxebata Ziman" a 2 rojan li dar bixe. (10.00)    * Fuara Pirtûkan a 37'emîn a Navneteweyî ya Stenbolê, dê li Navenda Kongrê û Fuara TUYAP'ê ya li Buyukçekmecê bê vekirin û heya 18'ê Mijdarê wê berdewam bike. (10.00)   * Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Amed û Êlihê, ji bo "Winda bên dîtin û faîl bên darizandin" dê çalakiyên rûniştinê pêk bînin. (12.00)   * Rêxistina HDP'ê ya navçeya Yuregir, dê li Salona Altin Gece Baloyê 2'yemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar bixe. (12.30)   * Şaxa ÎHD'a Îzmîrê, ji bo "Winda bên dîtin û faîl bên darizandin û girtiyên nexweş bên berdan" dê di hefteya 455'emîn de li ber avahiya Serokwezar a navçeya Konakê daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.00)   *Pirtûka "Di Siyaseta Kurd de Rengê Mor ê Jinan" a  Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a qeyûm tayînê cihê wê hat kirin û di girtîgehê de nivîsand, wê li Pirtûkxaneya Omedya ya Wanê ji aliyê Parlamenterên HDP'ê ve bê îmzekirin. (13.00)