Sîsê Bîngol dîsa birin girtîgehê 2018-11-09 20:04:12   MÊRSÎN - Girtiya nexweş Sîsê Bîngol a 85 salî, piştî 8 rojên li nexweşxaneyê dîsa birin girtîgehê.    Girtiya nexweş Sîsê Bîngol a 85 salî ya li Girtîgeha Tarsûsê ya Jinan dimîne, di 2'yê Mijdarê de rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Mîrsênê. Bîngol 8 roja li nexweşxaneyê hat tedawîkirin. Her çend rewşa wê giran bû jî, îro danê sibehê hat tabûrcîkirin û ew dîsa birin girtîgehê.    Hat hînbûn ku ji kezeba Sîsê û hestiyên wê perçe atine girtin û wê 2 hefte şûnde li gor perçeyên hatine girtin rapor bê amadekirin. Parêzer Gulşen Ozbek, gotibû ew li gor rapora nû careke din doza berdana Bîngolê bikin.