'Herî zêde Tirkiye endam şandine nava DAIŞ'ê' 2017-10-27 12:06:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî saziya fikrî ya Amerîkî Soufan Centerê herî kêm 5 hezar û 600 milîtanên biyanî yên rêxistina DAIŞ'ê vegeriyan malên xwe. Tirkiye di rêza yekemîn de ye Saziya fikrî ya Amerîkî Soufan Centerê, bi navê ‘Şervanên biyanî û tehdîda wan a vegerê' raporek belav kir. Li gorî raportê li Tirkiyeyê 7 hezar û 240 kes bi sucdariya entamtiya DAIŞ û El Qaîdeyê hatin binçavkirin û girtin. Li gorî rapora ku wekî daneyên Wezareta Derve ya Tirkiye çavkanî nîşan dide, 900 hemwelatiyên tirk jî bêyî astengiyekê vegeriyane welatê xwe. Di nava 33 welatên ku endamên DAIŞ'ê şandine Sûriyeyê Tirkiye di rêza 7'emîn de ye. Di raportê de hat diyar kirin ku piştî koalîsyona navneteweyî dest operayonên hewayî kir, tevlîbûna DAIŞ û El Qaîde di sala 2015'an daket asta herî jêr.