Stenbol ji bo Ocalan seferber dibe 2017-10-27 12:04:22 STENBOL – Di çarçoveya gelaleya HDP'ê de dê di navbera 30'yê Cotmehê û 12'ê Mijdarê de li Stenbolê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê bên lidarxistin û name bên şandin û şahî bên lidarxistin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo balê bikişîne ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, gelaleyek weşand û di çarçoveya vê gelaleyê de dê di pêşengiya HDP'a bajêr de çalakî bên lidarxistin. HDP'a Stenbolê bi daxuyanyekê bernameya xwe aşkera kir.   Dê di navbera 30'yê Cotmehê û 4'ê Mijdarê de bi girseyî ji Ocalan re name bên şandin û dê bi daxwaza hevdîtina bi malbat û parêzeran re, heyetek serî li Wezareta Edaletê bide, dê ji saziyên wekî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û saziyên mafên mirovan re daxwazname bên şandin. Her wiha di navbera 4 û 12'ê Mijdarê de, bi dorvegerî dê greva birçîbûnê dest pê bike.   Çalakiya greva birçîbûnê ya ku dê bi 10 kesan dest pê bike dê 2 rojan dewam bike û ji derveyê wê dê gelek çalakiyên cuda jî bên lidarxistin. Çalakiya greva birçîbûnê ya di 12'ê Mijdarê de bi dawî dibe, dê bi awayekê hem wext li tevahiya navçeyan daxuyaniyên girseyî bên dayîn. Faks, name û qartên ku dê bên şandin, navnîşan wan wiha ye:   * Name û qartên dê ji Ocalan bên şandin (Navnîşan: İmralı Yüksek Güvenlikli F Tipi Cezaevi. Mudanya-BURSA)     * Faksên ji Wezareta Edaletê re bên şandin (Navnîşan: Adalet Bakanlığı. 06659 Kızılay I ANKARA)   * Nane û daxwazên bi zimanê îngilizî dê ji CPT'yê re bên şandin (Navnîşan: Secretariat of the European Committce for the Prevention of Torture and Inhuman or Degrading Treatment or Punishment (CPT), Council of Europe F-67075 Strasbourg Cedex.)   Çalakiyên name, faks û qart şandinê yên di navbera 30'yê Cotmehê û 4'ê Mijdarê de dê bên şandin navnîşanên wan wiha ne:   Li herêma 1'emîn a Stenbolê dê 1'ê Mijdarê roja Çarşemê saet di 13.00'an de faks, name û qart bên şandin:    * Dê li navçeyên Kartal, Pendîk û Tuzlayê bên şandin   * Li navçeyên Sancaktepe, Sultanbeylî û Çekmekoyê li Sancaktepeyê bên şandin   * Dê li navçeyên Umraniye, Beykoz, Uskudar, Ataşehîrê li Umraniyeyê bên şandin   * Dê li navçeyên Kadikoy, Maltepeyê li Kadikoyê bên şandin   Di 2'yê Mijdarê roja Pêncşemê saet di 13.00'an de cihên ku faks, name û qart bên şandin wiha ne:    * Li Sultangazî, Gazîosmanpaşa (GOP)    * Dê li navçeyên Kagithane û Eyup li Kagitthaneyê bên şandin   * Dê li navçeyên Beyoglu, Beşîktaş, Sariyer û Şîşliyê, li Beyogluyê     * Li navçeyên Fatîh, Bayrampaşa, Esenler û Zeytînburnuyê, dê li Fatîhê bên şandin   3'yê Mijdarê roja Înê saet di 13.00'an de li herêma 3'yemîn cihên faks, name û qert bên şandin wiha ne:    * Navçeyên Esenyurt, Silîvrî, Buyukçekmece, Arnavutkoy lî navçeya Esenyurtê.   * Navçeyên Avcilar û Beylîkduzu li Avcilarê   * Navçeyên Bagcilar û Gungoren li Bagcilarê   * Navçeyên Bahçelîevler û Bakirkoy li Bahçelîevlerê   * Navçeyên Kuçukçekmece û Başakşehîrê    4-5'ê Mijdarê de koma yekemîn a ku dest bi greva birçîbûnê bike:    * Ataşehîr: 4'ê Mijdarê roja Şemiyê: Ziyareta sazî û gel. 5'ê Mijdarê roja Yekşemê saet di 14.00-16.30'an de civînên gel bi beşdariyek berfireh. Saet dê di saat 17.00'an de dê çalakgerên greva birçîbûnê çalakiya xwe bi dawî bikin. Saet di navbera 17.30-19.30'an şahiya stranan.     * Beyoglu:  4'ê mijdarê roja şemiyê: Ziyareta sazî û gel. 5'ê mijdarê roja yekşemê saet di 14.00-16.30'an de civînên gel bi beşdariyek berfireh. Saet dê di saat 17.00'an de dê çalakgerên greva birçîbûnê çalakiya xwe bi dawî bikin. Saet di navbera 17.30-19.30'an şahiya stranan.    * Esenyurt: 4'ê mijdarê roja şemiyê: Ziyareta sazî û gel. 5'ê mijdarê roja yekşemê saet di 14.00-16.30'an de civînên gel bi beşdariyek berfireh. Saet dê di saat 17.00'an de dê çalakgerên greva birçîbûnê çalakiya xwe bi dawî bikin. Saet di navbera 17.30-19.30'an şahiya stranan.    6-7'ê mijdarê de koma duyemîn dê dest bi greva birçîbûnê bike. Dê di 6'ê mijdarê saet li 12.00'an dest pê bike û di 7'ê mijdarê saet li 17.00'an bi dawî bibe.    * Kartal: 6'ê mijdarê roja duşemê ziyareta sazi û gel. 7'ê mijdarê roja sêşemê saet di navbera 15.00-16.30'an de civîna nirxandina pêvajoyê. Dê saet di 17.00'an de çalakger greva xwe bi dawî bikin. Saet di navbera 17.30-19.30'an de şahiya stranan.   * Kagithane: 6'ê mijdarê roja duşemê ziyareta sazi û gel. 7'ê mijdarê roja sêşemê saet di navbera 15.00-16.30'an de civîna nirxandina pêvajoyê. Dê saet di 17.00'an de çalakger greva xwe bi dawî bikin. Saet di navbera 17.30-19.30'an de şahiya stranan.   * Başakşehîr: 6'ê mijdarê roja duşemê ziyareta gel. 7'ê mijdarê roja sêşemê saet di navbera 15.00-16.30'an de civîna nirxandina pêvajoyê. Dê saet di 17.00'an de çalakger greva xwe bi dawî bikin. Saet di navbera 17.30-19.30'an de şahiya stranan.   8-9'ê mijdarê de koma sêyemîn dê dest bi greva birçîbûnê bike. Dê di 8'ê mijdarê saet li 12.00'an dest pê bike û di 9'ê mijdarê saet li 17.00'an bi dawî bibe.     * Sultanbeylî:  8'ê mijdarê roja duşemê ziyareta sazi û gel. 9'ê mijdarê roja sêşemê saet di navbera 15.00-16.30'an de civîna nirxandina pêvajoyê. Dê saet di 17.00'an de çalakger greva xwe bi dawî bikin. Saet di navbera 17.30-19.30'an de şahiya stranan    * GOP: 8'ê mijdarê roja duşemê ziyareta sazi û gel. 9'ê mijdarê roja sêşemê saet di navbera 15.00-16.30'an de civîna nirxandina pêvajoyê. Dê saet di 17.00'an de çalakger greva xwe bi dawî bikin. Saet di navbera 17.30-19.30'an de şahiya stranan.   * Kuçukçekmece: 8'ê mijdarê roja duşemê ziyareta sazi û gel. 9'ê mijdarê roja sêşemê saet di navbera 15.00-16.30'an de civîna nirxandina pêvajoyê. Dê saet di 17.00'an de çalakger greva xwe bi dawî bikin. Saet di navbera 17.30-19.30'an de şahiya stranan.   10-11-12'ê mijdarê de  koma çaeremîn dê dest bi greva birçîbûnê bike. Dê di 8'ê mijdarê saet li 12.00'an dest pê bike û di 9'ê mijdarê saet li 17.00'an bi dawî bibe.    * Sancaktepe: 10'ê mijdarê roja duşemê ziyareta sazi û gel. 11'ê mijdarê roja şemiyê di navbera saet 17.00-19.00'an de şahiya stranan. 12'ê mijdarê roja yekşemê saet di navbera 14.00-16.30'an de civîna gel a der barê pêvajoyê de. Dê saet di 17.00'an de grev bê bidawîkirin û li ber avahiya navçeyê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.     *Esenler: 10'ê mijdarê roja duşemê ziyareta sazi û gel. 11'ê mijdarê roja şemiyê di navbera saet 17.00-19.00'an de şahiya stranan. 12'ê mijdarê roja yekşemê saet di navbera 14.00-16.30'an de civîna gel a der barê pêvajoyê de. Dê saet di 17.00'an de grev bê bidawîkirin û li ber avahiya navçeyê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn..    * Bahçelîevler: 10'ê mijdarê roja duşemê ziyareta sazi û gel. 11'ê mijdarê roja şemiyê di navbera saet 17.00-19.00'an de şahiya stranan. 12'ê mijdarê roja yekşemê saet di navbera 14.00-16.30'an de civîna gel a der barê pêvajoyê de. Dê saet di 17.00'an de grev bê bidawîkirin û li ber avahiya navçeyê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn.