Li Pilemûriyê û Pêrtegê 8 kes hatin binçavkirin 2018-11-09 12:04:49   DERSIM – Li navçeya Pilemûriye û Pêrtegê yên Dersimê di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin.    Serê sibê polîsan li navçeyên Pilemûriye û Pêrtegê yên Dersimê bi ser gelek malan de girt. Piştî lêgerîna li malan polîsan, rêveberê HDP’ê Ulvî Gultekîn, rêveberê berê yê HDP’ê Riza Dalkiliç, keyayê gundê Dere Hayrî Dogan û welatiyên bi navê Takî Erdogan, Kazim Yildiz, Adil Korkmaz, Alî Sari û Erdem Dogru binçav kirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û dê binçavkiriyan ji îfadeyê bibin navenda Dersimê. Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.