8 rojên Sîsê Bîngol li nexweşxanê teman bûn 2018-11-09 11:05:02   MÊRSÎN - Girtiya nexweş Sîsê Bîngol (85) a ku 8 rojin di li Nexeşxaneya Fakultyea Tipê ya Mêrsînê tê dermankirin, tenê heftê rojekê destûr tê dayîn ku bi keça xwe re hevdîtinê bike.   Jina 85 salî Sîsê Bîngol a li Girtîgeha Jinan a Tarsusê tê girtin, hem ji bo ku bê dermankirin û hem jî ji bo ku bê ka rewşa wê destûrê dide di girtîgehê de bimîne an na û ji bo rapor jê re bê dayîn ji 2'yê Mijdarê de li Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Mêrsînê tê girtin. Bîngel a ku rakirin nexweşxaneyê hat diyarkirin ku ji ber temenê wê yê mezin nema tiştek tê bîra wê û nexweşiyên wê yên wekî tansiyon, mîde, şekir û gelek nexweşiyên wê yên din hene.   Bîngol a ku li nexweşxaneyê nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêşwazî bike, ji aliyê girtiyên din ve pêdiviyên wê tên pêşwazîkirin. Li aliyekî din, keça Sîsê Hasbiye Kanmaz ji bo ku li nexweşxaneyê li dayika xwe mêze bike, ji Dozgeriya Komarê ya Mêrsînê destûr xwestibû, lê dozgeriyê tênê heftê rojekê destûr da ku biçe dayika xwe bibîne.   Li bendê ye ku Kanmaz di 13'ê Mijdarê de biçe dayika xwe bibîne.