Partiyên kurd û zimanzan di komxebata ziman de dicivin 2018-11-09 11:04:26   AMED – Platforma Zimanê Kurdî ya ji 9 partî û rêxistinên kurd pêk tê dê sibê bi dirûşma “Îro zimanê me sibê neteweya me” komxebata ziman a du rojan li dar bixe û nexşerêya zimanê kurdî diyar bike.   Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Azadî û Mirov, Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-B), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), bi şîara "Îro zimanê me yê dayikê sibê neteweya me” ji bo pêşxistina zimanê kurdî, zimanê kurdî bibe fermî û li dibistana bibe zimanê perwerdehiyê Platforma Zimanê Kurdî ava kiribûn.    Di çarçoveya pêşxistina ziman de dê 9 partiyên kurd, rewşenbîr û zimanzan sibê û dusiba bi şîara “"Îro zimanê me yê dayikê sibê neteweya me” li Otela Plaza komxebata ziman ziman li dar bixe. Tê payîn derdora 9 pisporên ziman beşdarî komxebatê bibin. Komxebat sibê saet di 10.00’an de dest pê bike û heta roja yekşemê dewam bike.    Piştî gengeşe û vegotina pirsgirêkên zimên dê ji bo zimanê kurdî nexşerêyek bê diyarkirin.