Di serdegirtina malê de akademîsyên Yîgîter hat binçavkirin 2018-11-09 10:33:06   ENQERE – Li Enqerê, di serdegirtina malan de, akademisyen Dr. Cenk Yîgîter ê ji Zanîngeha Enqerê hat îxraçkirin jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Li Enqerê, di serdegirtina malan a serê sibê de, akademîsyen Dr. Cenk Yîgîter ê ji Zanîngeha Enqerê hat îxraçkirin jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin. Dr. Cenk Yîgîter yek ji akademîsyenên belavoka aştiyê îmze kiribû. Yîgîter ê nehat zanîn bi kîjan hincetan hat binçavkirin, birin Şaxa TEM’ê ya Enqerê.