Qeyûmê ku pere xwar şaredariyê deyndar kir 2018-11-09 10:23:30   AMED – Beriya qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bê kirin 26 milyon TL di qasa şaredariyê de hebû. Li gel para butçeya di asta bilind de jî di 2017’an de şaredarî 10 milyon TL hat deyndarkirin.    Dîwana Muhasebetê venêran ji bol i şaredariyan lêkolînê pêk bînin wezîfedar kir. Vênaran raporên derbarê şaredariyan de amade kir. Li şaredariyên qeyûm tayînî wan hatin kirin û şaredariyên AKP’ê bertîl, nelirêtî kirin e û li şûna xerckirinê ji bo gel bê kirin lê derket holê ku hemû ji alîgirên xwe re pêşkêş kirin e.    Li gorî raporên hatin amadekirin bi milyonan TL li cihê beredayî hatine xerckirin. Yek ji van şaredariyên pere li cihê beredayî xerc kiriye jî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku Wezareta Karê Hundir di 1’ê Mijdara 2016’an de qeyûm tayîn kiribû ye.    QEYÛM BUTÇEYÊ TÊK BIR    Beriya qeyûm tayînî Şaredariya Amedê bê kirin li gorî texmînan butçeya ji bo sala 2017’an hatibû veqetandin 700 milyon TL bû. Qeyûm jî butçeyê 845 hezar û 132 milyon TL hesap kir.    Qeyûmê projeyên şaredariya DBP’ê birêve bir ji butçeya dihat hesapkirin 678 milyon lîre xerc kir û ji sedî 80.29 bûtçeya taxmînî pêk anî. Bûtçeya şaredariya DBP’ê hesab dikir jî ji sedî 95 dê pêk bianiya.    Dema di 1’ê mijdara 2016’an de qeyûm tayînî şaredariya Amedê hat kirin di qasayê de 26 milyon TL hebû. Lê piştî qeyûm hat tayînkirin qasaya şaredariyê bi kêmek 10 milyon TL girt. Şaredarî bi 36 milyon deyn ket sala 2018’an.   ÎHALEYÊN QEYÛM SERVEYÎ HATIN LÊKOLÎNKIRIN    Lêkolînên venêran ên di dema DBP’ê û niha qeyûman de jî balkêş in. Venêran di serdema şaredariya DBP’ê de her îhale û tişt yek bi yek hatin lêkolînkirin, lê di îhaleyên serdema qeyûm de bi awayek serveyî lêkolîn kirin.