‘Di sê salan de bikaranîna tiryakê pir zêde bûye' 2018-11-09 09:23:10 AMED - Keyayê Taxa Ziya Gokalp a navçeya Sûrê Muhsîn Sanay, destnîşan kir ku di 3 salên dawî de li bajêr biakarnîna tiryakê gelekî zêde bûye û êdî zarokên 10 salî jî tiryakê bi kar tînin.  Tê diyarkirin ku li navçeyên navendî yên Amedê bikaranîna tiryakê gelekî zêde bûye û ciwan bi rihetî li taxan tiryakê peyda dikin û kes mudaxileyî wan nake. Keyayê Taxa Ziya Gokalp a navçeya Sûrê Muhsîn Sanay, destnîşan kir ku êdî zarokên 10 salî jî tiryakê bi kar tînin. Sanay, bilêv kir ku ji ber şidet zêde bûye û mirov bi deynan jiyana xwe didomînin, ev yek zêde bûye. Sanay, diyar kir ku ciwan bi rihetî tiryakê peyda dikin û got: "Ji ber daxwaza ji bo tiryakê zêde bûye hejmara kesên difiroşin jî zêde bûye. Tenê ne li Sûrê li tevahiya Amedê rewş wiha ye. Em bi çavên xwe dibînin zarokên biçûk, zarokên 10 salî dikişînin. Ji ber li Sûrê herkes hevdu nas dike tu tişt veşarî namîne. Berê wexta kesekî tiryak bi kar dianîn, ji bo kes nebîne bi dizîka vedixwar. Lê niha pir bi rihetî û wekî tiştekî asayî be vedixwin. Li Sûrê kesên li malê vala bi cih dibin, bi rihetî tev digerin."    ‘DI SÊ SALÊN DAWÎ DE ZÊDE BÛ'    Sanay, anî ziman ku di salên 2000'î de tiryak ketiye Sûrê û her diçe ev yek zêdetir dibe. Sanay got: "Di salên 90'î de tiryak qet tune bû. Di salên 2000'î de li Sûrê belav bû û her diçe zêdetir dibe. Di sê salên dawî de ev hejmar qat bi qat zêde bûye. Piştî esrar û eroînê niha heb jî hene. Niha jî bi navê krîstal tiştek derketiye. Ji ber bihayê wê kêm daxwaza ji bo wê jî zêde bûye."    ‘ŞIDET ZÊDE BÛYE'    Sanay, destnîşan kir ku ji ber tiryakê pirsgirêk jî zêde bûne û girêdyaî vê şideta di nav malê de cih cih li nav kuçeyan jî rû dide. Sanay got: "Wexta ji bo tiryakê pereyan peyda nakin, bi zorê ji malbatên xwe istînin. Wexta pereyan li malê peyda nake, pev diçin. Malbat ji ber vê nizanin dê çi bikin."    Sanay, destnîşan kir ku ji bo ciwan ji tiryakê bên dûrxistin û parastin divê liv û tevger çêbibin û ger xwedîderketineke civakiyî çênebe, wê ev yek veguhere pirsgirêkek mezin.    MA / Lezgin Akdeniz