Şahid got 'nas nakim' lê dadgehê dîsa jî 9 sal ceza li Baranê birî 2018-11-09 09:19:14 AMED - Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê biryara xwe ya ji bo 9 sal û 2 meh cezayê girtîgehê ya der barê Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer daxuyand.  Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Pasûê hat kirin, li Hevşaredar Saidye Suer Baran bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" li Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê doz hat vekirin. Di danişîna 7'an a doza Suerê de dadgehê bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" 9 sal û 2 meh ceza birî. Di biryarê de hat diyarkirin ku Suer di axaftina xwe ya li Şahiyên Şenyaylayê de "propagandaya rêxistinê" kiriye.    Mehmet Kaplanê ku di aleyha Suerê de îfade dan, diyar kir ku ew Baranê nas nake. Wexta serokê dadgehê îfadeya li Serdzogeriya Komarê ya Amedê bi bîr xist Kaplan got: "Min îfadeyeke wisa nedaye. Ez keseke wisa nas nekim. Piştî dozger çend beşên îfadeyê xwendin kaxez bi min da îmzekirin." Lê belê dadgehê di biryara xwe de îfadeya şahid qebûl nekir.    Şahid Raydîn Eren ku berê ji ber biakranîna tiyakê hatibû darizandin û li Pasûrê ji ber dozeke îstismara cinsî de hat girtin di îfadeya xwe ya li dadgehê de got: "Ez tevî ekîbên emniyetê dixebitim. Niha ez ji ber tawanbariyeke îstismara zayendî hatime girtin. Berê jî ji ber tiryakê hatim darizandin. Ji ber tiryakê ceza li min birîn, lê ceza taloq kirin. Di sala 2015'an de hatim girtin. Di 2015'an de hatim revandin. Wexta li Şenyaylayê ez revandim (PKK'yiyan) çavê min girtî bûn. Çavê min hindikî girtî bû. Min serê xwe paş de bir û min wisa dît. Sadiye Suer jî li wir bû. Wexta di dest rêxistnê de bûm, min dît erzaq ji wan re dianî. Şebeş, petêx, arva û şêranî."    Muhsîn Çîçekê ku wekî qeyûm tayînî şûna endamê meclîsa Şaredariya Pasûrê hat kirin jî got: "Sadiye Suer Baran ji min re got 'Ez we şermezar dikim. We mafê me xesp kir. Pêşî hûn ê bibînin. Em ê we bi xwînê û di xwîna we de bieftisînin. Em ê serokomarê we jî di wê xwînê de bifetisînin, mirina wî nêz e. Em we şermezar dikin û qebûl nakin. Serkomar munafiq e û dijminê me ye. Hûn jî ehlê wî ne.'"    ‘EVAN TAWANBARIYAN QEBÛL NAKIM'    Baran jî got: "Ez ne endamê rêxistinê me. Hevşaredara Pasûrê me. Polîsên hatin min birin gotin 'ji ber propagandaya rêxistinê em te dibin.' 11 rojan di bin çavan de mam, lê tu tiş ji min nehat pirsîn. Piştî hatim  berdan dîsa hatim binçavkirin û vê carê jî bi şertê venêrîna edlî hatim berdan. Me kamera li derdora şaredariyê bi cih kirin. Wexta Muhsîn Çîçek wekî qeyûm hat tayînkirin min ew nas kir. Ji ber axaftina xwe ya li şenyaylayê bi tawanbariay ' propagandaya rêxistinê' hatim darizandin. Wekî hevşaredar li wir bûm. Ez Mehmet kaplan nas nakim."    ‘JI BILÎ BEYANÊN ŞAHIDAN TU DELÎL TUNE NE'    Parêzer Suleyman Kaya, destnîşan kir ku dosya tenê ji beyanan pêk tê û got: "Usûl sîgortaya esasê ye. Ger di lêpirsîn û şopandinê de usûl bê binpêkirin, wê bi gumanê nêzî her kesî bibin. Dosye bi propagandaya rêxistinê dest pê kir. Wexta muwekîla me di bin çavan de bû, her ku me hevdîtin bi dozgeriyê re çêdikir digot ew li benda belgeyekê ne. Dîroka îfadeya Mehmet Kaplan û anîna edliyeyê ya muwekîla min di heman dîrokê de ye û ev jî nîşan dide delîl hatine afirandin. Dosyeya Muhsîn çîçek jî derdest e. Raydîn Eren jî ji xwe got ji ber çi hatiye girtin." Kaya, destnîşan kir ku ji bilî beyanên şahidan tu delîl tune ne.