Dadgehê biryara 'îstimlaqkirina lezgîn' a li Sûrê betal kir 2018-11-09 09:18:09 AMED - Şûraya Dewletê biryara îstimlaqkirina lezgîn a der barê Mala Dengbêjan de betal kir. Tê diyarkirin ku ev biryar ji bo avahiyên di wesfa heyînên çandî de biryareke emsal e.  Desteya Wezaretê di 21'ê Midara 2016'an de ji bo avahiyên li navçeya Sûrê ya Amedê biryara" îstimlaqkirina lezgîn" dabû. Li ser vê xwediyên avahiyan doz vekiribûn, lê belê Şûraya Dewletê û Qanûna Bingehîn serlêdanên ji bo betalkirina biryara "îstimlaqkirina lezgîn" red kiribûn.    Odeya Mîmaran a Amedê jî ji bo Mala Dengbêjan û avahiyên din serê li Şûraya Dewletê dabû. Daîreya 6'emîn a Şûraya Dewletê daxwaza odeya mîmaran red kiribû. Lê belê odeyê ji bo xirakirina biryarê serî li Desteya Daîreyên Doza Îdarî ya Şûraya Dewletê (DÎDDK) da. Dadgerê tekîkê yê DÎDDK'ê daxwaza odeyêê qebûl kir û biryara hatibû dayîn xera kir û diyar kir ku divê ev biryar bê betalkirin.   NE LI GORÎ HIQÛQÊ YE    Dadgehê, ji bo biryara Daîreya 6'an a Şûraya Dewletê ku serlêdana odeya mîmaran red kiribû, diyar kir ku îstimlaqkirina heyîna çandî ya navborî ne li gorî hiqûqê ye.    Tê diyarkirin ev biryara dadgehê ji bo avahiyên din ên der barê wan de biryara "îstimlaqkirina lezgîn" hatiye dayîn jî biryareke emsal e.