Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da 2017-10-27 10:40:12   STENBOL – Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girrtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan bi boneya roja duşemê bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Brusayê dan.    Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi boneya hevdîtinê bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.