ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2018'AN 2018-11-09 09:00:43 * Partiyên siyasî yên li Mêrsînê, diyar kirin ku wê bi têkoşîna hevpar serkeftin çêbibe û gotin: "Di van şert û mercên ku AKP-MHP bi hev re tev digerin, bi awayekî parçebûyî ketina me ya hilbijartinê wê bi kêrî bajêr neyê."  * 2 jê girtî 4 girtiyên li Girtîgeha Tîpa M a Manîsayê name ji ÎHD'ê re şandin û bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.    * Şûraya Dewletê biryara îstimlaqkirina lezgîn a der barê Mala Dengbêjan de betal kir. Tê diyarkirin ku ev biryar ji bo avahiyên di wesfa heyînên çandî de biryareke emsal e.    * Koçerên ji bo çêrandina heywanên xwe çûbûn Zozana Feraşînê, vedigerin.    * Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê biryara xwe ya ji bo 9 sal û 2 meh cezayê girtîgehê ya der barê Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer daxuyand.    * 2 sal in qeyûm tayînî Şaredariya Wêranşarê hatiye kirin. Bi tayînkirina qeyûm re, di bin navê "xizmetê" de kuçe û kolan veguherîne qulên xiltan.    * Keyayê Txa Ziya Gokalp a navçeya Sûrê Muhsîn Sanay, destnîşan kir ku di 3 salên dawî de li bajêr biakarnîna tiryakê gelekî zêde bûye û êdî zarokên 10 salî jî tiryakê bi kar tînin.    * Danişîna 12'emîn doza kuştin Mazlum Turan (16) ê bi îdîaya li navçeya Qosera Mêrdînê hişyariya "Raweste guhdar nekiriye" hatibû vekirin, dê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. (11.00)   *Platforma Şaxên KESK'ê ya Mêrsînê û Amedê, ji bo Komîsyona OHAL'ê hat betalkirin dê ji Serokomar û Serokatiya Saziya Venihêriya Giştî re,  li ber postaxeneyan nameyan bişînin.  (12:30)    *Baroya Amedê, ji bo faîlên Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin bên dîtin, dê cara 149'emîn l ber Edeliya Amedê kom bibin û daxuyanî bide. (13.30)   * Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê, dê derbarê binpêkirin û zextên li Girtîgeha Tîpa T a Uçpinar tên jiyîn de li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.30)   * Danişîna 2'yemîn a doza Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê ya berê Gulser Yildirim, dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. (14.00)