Gardiyenê xwest zarokê girtî bifetîsîne li ser karê xwe ye 2018-11-08 17:04:40   MÊRDÎN – Hat diyar kirin ku li Girtîgeha Zarokan a Amedê, gardiyenê 4 zarok derp kirin û xwest zarokê binavê F.T. ê 16 salî bifetisîne, Wezareta Dadê derbarê wî de lêpirsîn daye destpêkirin. Zarokên girtî, dan zanîn ku di korîdarokê girtîgehê de rastî gardiyenê ew derp kirin hatine.   Di rojên derbasbûyî de derketibû holê ku li Girtîgeha Zarok û Ciwanan a Amedê, zarokên bi navê Y.T.O, B.N, F.T, R.Y. û O yê paşnavî wî nehat zanîn ên xwestin roja 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz bikin, rastî derp û îşkenceya gardiyenan hat û gardiyenekê xwestibû zarokê binavê F.T. bifetisîne.   DI KORÎDORAN DE RASTÎ GARDIYENAN TÊN   Zarokên girtî yên îro bi malbatên xwe re hedîtina telefonê ya heftane kirin, bûyera ku ji aliyê rayedarên girtîgehê ve jî hatibû qebûlkirin ji malbatên xwe re vegotin. Zarokê girtî R.Y. ê hatibû derpkirin bi navbeynkariya xwişka xwe Yekbûn Y. re bûyer vegot û wiha got: “Gardiyenê em derp kirin, hîna li ser karê xwe û di korîdoran de me rastî wî tên. Ji ber bûyera hat jiyîn em bi fikarin û em dixwazin parazvanên mafên mirovan li dijî vê yekê bêdeng nemînin.”   MUFETÎŞAN DEST BI LÊPIRSÎNÊ KIRIN    R.y., diyar kir ku mufetîşê ji Wezareta Dadê hatibû, derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û wiha got: “Derbarê bûyerêde mûfetîşan gelek pirs ji me kirin. Lê gardiyenê em derp kirin hîna di girtîgehê de karê xwe dike. Ji bo vê fikarên me hene.” Xwişka R.Y. Yekbûn Y. jî, diyar kir ku divê dimildest gardiyenê zarok derp kirin, ji girtîgehê bê durxistin.   Zarokê girtî F.T. ê gardiyenan xwest wî bifetisînin jî, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re, xwest ku derbarê bûyerê de li dozger gilî bikin.