Dayikên Aştiyê piştgirî dan Leyla Guven 2018-11-08 14:39:57   AMED - Meclîsa Dayîkên Aştiyê piştgirî da greva bîrçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û gotin: "Divê dimildest Guven bê berdan."   Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê, ji bo piştgirîdayîna çalakiya greva birçînê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li avahiya meclîsê civîna çapemeniyê  pêk anî.    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran, di civînê de axivî û wiha got: "Divê Guven dimildest bê beran. Guven vîna gelê Kurde. Parlamenterê CHP'ê Enîs Berberoglu, ligel ku ceza ji bo wî hat dayîn jî, dîsan berdan. Gelo me ev ne faşîzme? Çima Leyla Guven hîna jî girtiye û bernadin? Ji ber ku piştgirî dide gelê Kurd wê bernadin."   'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN GUVEN’   Kiran, da zanîn ku ew berî her tiştî çalakiya greva birçîbûnê ya Guven silava  dikin û wiha dawiya li axaftina xwe anî: "Biryara Guven, biryarek birûmete. Duh ev biryar da û xwedî têkoşîna gelê Kurd derket. Jinên  Kurd tu carî li hemberî faşîzmê serî netewandine. Ew jî serê xwe qet netewand û bi serbilindî gelê xwe temsîl kir. Emê piştgiriyê didin wê û emê tim li gel wê bin. Dewlet divê dimildest Guven berde. Divê hêdî tabûtên zarokên gelê Kurd ji girtîgehan dernekevin."