‘Emê serî netewîn in’ 2018-11-08 14:25:13 QERS – Li Qersê girtina parlamentera HDP’ê ya berê Şafak Ozanli û siyasetmedaran ji aliyê partiyan ve hat şermezarkirin. Di daxuyaniya hat dayîn de, hat gotin “Emê serî netewînin.” Li Qersê, di operasyona 26’ê Cotmehê de, Parlamentera Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) ê ya berê Şafak Ozanli, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Qersê Cengîz Anli, Hevserokê HDP’ê yê Qersê Ekrem Savci û Hevserokê HDP’ê Qersê yê berê Cengîz Topbaşli hatin binçavkirin û girtin. Bertekên li dijî girtina siyasetmedaran berdewam dike. Rêxistina HDP’ê ya Qersê, derbarê girtina siyasetmedaran de, li avahiya partiyê bi tevlîbûna gelek kesan daxuyanî da.    Şêwirmendê Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen Hayatî Mehmetoglu yê di heman operasyonê de hatin binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hat berdan, daxuyanî da.     Mehmetoglu, diyar kir ku polîsan deriyên malên wan şikand û ew binçavkirin. Mehmetoglu, da zanîn ku du caran binçavkirin dirêj kirin û wiha got: “Ez hatim berdan lê, 4 siyasetmedarên din bêheq û bêhiqûq girtin. Êdî daraz bûye amûrê desthilatdariyê. Bi girtin û binçavkirinan dixwazin HDP’ê têk bibin û partiyê terorîze bikin. Em dixwazin hevalên me dimildest bên berdan û dawî li vê bêhiqûqiyê be.”