Cenazeyê girtiyê nexweş Karatay hat veşartin 2018-11-08 14:01:45   AGIRÎ – Girtiyê nexweş Burhan Karatay ê li Girtîgeha Gîresûnê jiyana xwe ji dest da li navçeya Bazîdê hat veşartin.    Girtiyê nexweş Burhan Karatay (67) ê li Girtîgeha Tîap T a Gîresûnê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest dabû. Karatay ev 3 sal û 10 meh bû girtî dihat darizandin. Malbat çû Nexweşxaneya Dewletê ya Gîresûnê û cenaze wergirt. Di saetên şevê de cenaze birin navçeya Bazîdê ya Agirî û bi beşdariyek girseyî veşartin.    Piştî wecîbeyên olî yên cenaze pêk anîn li Goristana Navçeya Bazîdê di nava xemgîniyekê de defin kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Agirî Abdullah Koç û gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn.    Malbatê ji bo sersaxiyê li Mala Sersaxiyê ya Mîraç serdanan qebûl kir û rêveberên HDP’ê û gelek welatî piştî veşartina cenaze çûn serdanên sersaxiyê û ji malbatê re sersaxî xwestin.