Doza Komkujiya Gara Enqerê didome: Malbat edaleta rast dixwazin 2018-11-08 13:58:47   ENQERE – Di Doza bersûcên firarên Komkujiya 10'ê Cotmehê de, ji mexdûran Zohre Tedik bi çavên tije rondik axivî û got: “Zarokên me yên, me dil nedihêla ji xew şiyar bikin tên kuştin. Heya damla xwîna xweya dawiyê, emê li vir bîn û emê doza darizandina kujeran bikin.”   Danişîna Doza 16 bersûcên firarên Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqerê, li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê berdewam dike.  Berî danişînê li ber edliyê daxuyanî hat dayîn. Di danişînê de malbatên 103 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Mensûr Işik, Nûran Îmîr, Hevseroka Giştî yê KESK’ê Aysûn Gezen, Seroka Egîtîm Senê Feray Aytekîn Aydogan û Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Ozturk Turkdogan beşdarî danişînê bûn.     Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pê kir. Bi dest pêkirina danişînê re hat dîtin ku di şandeya dadgehê guhertin çêbûye. 30 parêzer beşdarî dozê bûn.     Serokê dadgehê, xwest Mustafa Budak ê jiyana xwe ji dest dayî parastin bike, lê rastî bertekên kesên di salonê de hat. Li ser vê yekê hevjîna Budak Hanîfe Budak bertek nîşanî serokê dadgehê da û got: “Hevjînê min jiyana xwe ji dest da, lê ez li virim.”   Dûre Parêzer Sevînç Hocaogullarî parastin kir û wiha bilêv kir: “Berî 3 salan komkujiyek hat jiyîn. Pêvajoya lêpirsînê ji me veşartî hat temamkirin. Ji ber vê yekê me got dê edalet neyê cih. Hûn dixwazin li gorî sînoran edaletê bînin cih, lê ev ne pêkane.”   ‘KOMKUJIYEK SIYASIYE’   Serokê Baroya Îzmîrê Parêzer Ozkan Yucel jî, xwest beşdarî dozê bibe. Yucel, diyar kir ku Baroya Îzmîrê dixwaze gel malbatên edaletê dixwazin cih bigirin û wiha got: “Ev komkujî siyasiye û divê aliyê siyasî yê vê dozê derbikeve  holê.”   ‘EMÊ HEBÛNA XWE YA LI SALONAN BERDEWAM BIKIN’   Hevseroka Komeleya Aştî û Piştevaniya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîcî Coşgun jî, anî ziman ku di doza komkujiyê de darizandinek adîlene tuneye û xwest edalet bê cih.   Hevjîna Mûstafa Budak ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Hanîfe Budak jî, destnîşan kir ku hevjînê wê di sala 2015’an de ji bo beşdarî mîtînga aştiyê bibe ket rê û di teqînê de birîndar bû. Budak, da zanîn ku ew mafê hevjînê xwe dixwaze.   Mexdûr Zohre Tedik jî, bi çavên tije rondik wiha axivî: “Zarokên me yên, me dil nedihêla em wan  ji xew şiyar bikin hatin kuştin. Heya damla xwîna xweya dawiyê, emê li vir bîn û emê doza darizandina kujeran bikin. Em dibêjin wijdan wijdan. Baweriya me bi edaleta we hat. Ev şande bû kevir û bû pênûs. Bersûc qet neanîn vê derê û lêpirsîn berfireh nekir. Gelo hûnê çawan kiribin razin. Ez cardin dixwazim baweriya min bi edaletê were.”   Piştî parastinên parêzer û malbatên mexdûr, navbera nîvro hat dayîn.