Doza bersûcên firarên Komkujiya 10'ê Cotmehê dest pê kir 2018-11-08 10:54:06   ENQERE - Daneşîna Doza bersûcên firarên Komkujiya 10'ê Cotmehê, li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dest pê kir. Parêzer Mehtap Sakîncî Coşgun, berî danişînê daxuyanî da û got: "Ji bo ku ev darizandin bi ser bikeve, emê li ber Qesra Edaletê ya Enqerê pêvajoya doza komkujiya 10'ê Cotmehê bişopînin."   Daneşîna Doza bersûcên firarên Komkujiya 10'ê Cotmehê, li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enwereyê dest pê kir. Rêveber û endamên rêxistinên saziyên sivîl ku beriya daneşînê li ber Edliyeya Enqereyê kom bûn û malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li wir daxuyaniyeke kurt dan. Daxuyanî ji aliyê Seroka Komeleya 10'ê Cotmehê ya Aştî û Piştevaniyê parêzer Mehtap Sakinci Coşkun ve hat xwendin.   Mehtap diyar kir ku ji bo edalet bê pêkanîn ew hîna li serê rê ne û wiha berdewam kir: "Di mehên borî de darizandina bersûcên girtî bi dawî bûn û edalet nehat bi cih anîn. Divê ku em ji îro de dest pê bikin û salonan tijî bikin.  Em îro wekî malbatên kesên di 10 Cotmeha 2015'an de li Gara Enqereyê jiyana xwe ji dest dane li vir in. Em ji bo doza ku derbarê 16 bersûcên li derve firar in li vir in. Em bûn şahidê darizandinê ya ku 2 slan berdewam kir. Em dibêjin ku em ê ji bo edalet bê bicih anîn di her daneşîna vê dozê de li ber Edliyeya Enqereyê bin û dozê bişopînin."