Parêzer Kuzu: Di dozên siyasetmedarên Kurd de biryarên mînak bi cih nayînin 2018-11-08 10:45:46 MÊRDÎN - Hevşaredarê Dêrikê Abdulkerim Erdem ê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin û 3 salin girtiye, dê cara 6’emîn derbikeve pêşberî dadger. Parêzer Erdogan Kuzu, diyar kir ku ev doz doza tolgirtinê ye û got: “Dema mijar dibe siyasetmedarên Kurd, biryarên mînak bi cih nayin anîn.” Danişîna 6’emîn darizandina 22 kesên, Hevşaredarê Dêrika Mêrdînê Abdulkerîm Erdem jî di nav de, dê îro bê dîtin. 22 kesên 5 jê girtîne, bi îdîaya “Hevgirtin û yekitiya dewlet û welat xerab kirinê” tên sûcdar kirin. Danişîn dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bê dîtin. Hevşaredar Erdem ê ji 22’yê Sibata 2016’an ve girtiye, ji ber beyanên şahide veşatî û beşdarî daxuyaniyan bûyî di danişînê de bê darizandin.    ‘ME HEMÛ HINCET BI BELGEYÊN ŞÊNBER VALE DERXISTIN’   Parêzerê Erdem Erdal Kuzu, doza darizandian Erdem nirxand û wiha axivî: “Me hemû hincetên girtina Erdem bi gelgeyên şenber vale derxistin, lê ligel vê jî dadgeh dest ji hincetan bernade. Di vê dozê de em bi îdîayên siyasî re rû bi rû ne. Belge û delîlên datînin holê, bi armanca qeyûm tayîn bikine. Ji bo qeyûm tayîn bikin mirov binçavkirin û girtin. Niha li Dêrikê vîna kesên dengên xwe dan tê darizandin. Tu sûcekê şênber ê muwekîlê min tuneye, lê girtî tê darizandin. Ev jî dide nîşandan li Tirkiyeyê hiqûq nemaye.”   ‘DOZÊ TOL GIRTINÊ NE’   Kuzu, diyar kir ku girtina 3 salan veguherandine înfazê û wiha bilêv kir: “Di vir de mafên mirovan ên gerdînî binpê dikin. Di wateyek didin ev doz dozên tolgirtinê ne. Ji Erdem re dibêjin ‘Di dema qedexeyên derketina derve de tu çima li Dêrikê ma yî.’ Erdem bi vê sûcdar dikin. Lê kesekê ji aliyê gel ve hatî hilbijartin li wir mayîn û pêdiviyên welatiyên sivîl bi cih anîn ne sûce, berevajî mafekê xwezayî ye.”   ‘DEMA MIJAR DIBE SIYASETMEDARÊN KURD DARAZ CESARET NAKE’   Kuzu, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gel mînakên emsal ên darizandinan hene. Lê dema mijar dibe siyasetmedarên Kurd, kes van emsalan bi cih nayîne. Tu biryarên emsal ji bo siyasetmedarên Kurd pêk nayînin. Dîsan dema mijar  dibe siyasetmedarên Kurd daraz jî cesaret nake. Ji bo pirsgirêka herî mezin di vir deye. Hîna jî darazê xwe ji bin bandora desthilatdariya siyasî xelas nekiriye.”   MA / Ahmet Kanbal