Li girtîgeha nû zaroka yek salî jî tazî kirin 2017-10-27 09:46:18 AMED - Girtîgeha Panosê ya ku hêj nû hatiye vekirin bi binpêkirinên mafan ji rojevê nakeve. Malbatên bi zarokên xwe re diçin hevdîtinê, aşkera kirin ku zarokên yek salî jî di lêgerîna tazî re derbas dikin. 26 girtiyên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê diman, di 10'ê Cotmehê de sirgûnî Girîgeha Panosa Agiriyê hatin kirin. Girtîgeha ku nû hatiye çêkirin, ji gelek girtîgehan girtî sirgûnê wir kirine. 26 girtiyên sirgûnî Gitîgeha Panosê hatin kirin, ji ber ku lêgerîna tazê qebûl nekirin, îşkence li wan hat kirin. Malbata ji Amedê di 25'ê Cotmehê de çû hevdîtinê, aşkera kir ku li girtîgehê "îşkence" heye. Dayikên girtiyên bi navê Yakup Eryilmaz û Remzî Akkaya, der barê zextên li girtîgehê de axivîn.   ‘PÊKANÎNÊN TAYBET HENE’   Dayika Yakup Eryilmaz ê girtî Kudret Eryilmaz, da zanîn ji ber ku girtî lêgerîna tazî qebûl nakin îşkence li wan tê kirin, cilên li ser wan tên çirandin û di îşkeceyê de diranê hin girtiya hatiye şikandin. Eryilmaz aşkera kir ku li Girtîgeha Panosê pêkanînek taybet heye, dema girdiyan tune bin leşker û polîsên tevgera taybet bi cilên fermî dikevin girtîgehê.   ZAROKA YEK SALÎ JÎ TAZÎ KIRIN   Eryilmaz destnîşan kir ku ew jî di lêgerîna tazî re hatine derbaskirin û wiha got: "Em vê îşkenceyê qebûl nakin. Heke zextên li wir dewam bikin em ê bikevin greva birçîbûnê. Em li pey têkoşîna zarokên xwe ne. Zaroka yek salî jî li girtîgehê hat tazîkirin. Nehiştin em kumê zarokê jî bidin serê wê."   ‘ŞOPÊN ÎŞKENCEYÊ HÊJ HENE’   Dayika Remzî Akkaya Sebîha Akkaya jî anî ziman ku leşker û polîs heta cilên binî mirovan di lêgerînê re derbas dikin û rûmeta mirovan dişkênin û wiha axivî: "Girtiyên li dijî vê derdikevin tên îşkenekirin. Her çendî bi ser îşkenceyê re gelek roj derbas bûne jî hêj şopên îşkenceyê hene." Akkaya piştrast kir ku zilma li Girtîgeha Panosê di sata herî jor de ye û got ku "Em bê deng nemînin, deng derxin" û wiha pê de çû: "Girtiyên ku îşkence dîtine birine girtîgehê, lê bijîşkan gotiye ku 'Tiştekê we tune' û rapora îşkenceyê jî neda ne wan. Li ser îşkenceyê re 15 roj derba bûye, hêj şopên îşkenceyê tên dîtin."   LI TARSUSÊ HEQARET LI MALBATAN KIRIN   Ji hêla din ve malbatên çûn Girtîgeha Jinan a Tarsusê, peywirdarên girtîgehê heqaret li wan kirin. Malbatên ku gef jî li wan hat xwarin, dema ji girtîgehê derketin der barê girtiyan de girtek hat amadekirin û qedexeya hevdîtinê dan wan. Şînaz Aslan ê di 24'ê Cotmehê de ji bo xwûşka xwe Halîse Baltaş bibîne çû Girtîgeha Tarsusê, ji ber derê girtîgehê heta hundur gef lê xwarin û heqaret lê kirin. Aslan da zanîn ku di dema hevdîtinê de xwûşka xwe hembêz kiriye, heqaret li wî hatiye kirin, piştî ji hevdîtinê derketi da zanîn ku ew ê der barê rayedaran de giliyan bike, li ser vê gardiyan bi ser wê de çûne û heqaret li wî kirine.   Aslan piştrast kir ku girdiyanan bi gotinên wekî "Tu serî li ku didî bide, me eleqedar nake. Hûn xwe çi hesab dikin" gef li wî xwarine, aşkera kir ku ew ê serî li dozgeriyê bide. Piştî vê heqaretê de barê xwûşka Aslan de girtek hat amadekirin û qedexeya hevdîtinê dan wan.