Emniyetê dosyeya cinayeta Bagdû bi derengî xistiye 2018-11-08 09:18:52 EDENE - Servet Koçê DAIŞ'î ji bo cinayeta belavkarê rojnameyê Kadrî Bagdû li xwe mikur hatibû. Têkildarî vê dozgeriyê ji bo lêkolînkirin tim daxwaz li emniyetê dikir, lê belê di nivîsên hatin şandin de derket holê ku emniyet lêpirsîn bi derengî xistiye.  Di 14'ê Cotmeha 2014'an de li Taxa Ova ya navçeya Seyhan a Edeneyê, wexta belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu rojname bi duçerxeya xwe belav dikirin bi çekê hat kuştin. Paşê Servet Koçê DAIŞ'î li xwe mikur hatibû ku bê çawa wan Bagdû kuştiye. Tevî vî mikurhatina Koç dîsa jî cinayeta Bagdûr nehatiye zelalkirin.   Lê belê di di girtekên Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de derket holê ku Midûriyeta Emniyetê ya Edenê bê çawa lêpirsîna der barê cinayeta Bagdû de bi derengî xistiye.    Piştî mikurhatina Koçê DAIŞ'î, parêzerê malbata Bagdû Tûgay Bek, di sala 2016 û 2017'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê da û xwest DAIŞ'iyên navê wan hatine diyarkirin bên dîtin û darizandin. Lê belê di girtekên Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de derket holê ku emniyetê agahiyên der barê DAIŞ'iyan de bi dozgeriyê re parve nekiriye.    Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di 11'ê Sibata 2016'an û 6'ê Adara 2017'an de ji Amîrtiya Buroya Cinayetê ya Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê xwest Ercan Guler, Talîp Guler, Taner Guler û Cûmalî Guler ku Servet Koçê DAIŞ'î navê wan gotibû bên dîtin û îfadeyên wan bên girtin. Lê belê di girtekên di navbera Amîrtiya Buroya Cinayetê ya Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê û Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê de derket holê ku emniyetê bersiva daxwaza dozgeriyê nedaye.    Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di 14'ê Îlona 2017'an de nivîsek ji Amîrtiya Buroya Cinayetê ya Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê re şand û di nivîsê de diyar kir ku divê emniyet der barê cinayeta Bagdû de salê carekê dozgeriyê agahdar bike. Di nivîsê de dozgeriyê, destnîşan kir ku bi tu awayî bersiva nivîsê nehatiye dayîn û bi vî awayî lêpirsîn bi derengî hatiye xistin.    Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, di 3'yê Nîsana 2018'an de jî têkildarî mikurhatina Servet Koçê DAIŞ'î de, nivîsek der barê cinayeta Bagdû de ji emniyetê re şaand, lê belê Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê di 7'ê Tebaxa 2018'an de bersiv da û di bersivê de hat diyarkirin xebatên di vî warî de hîn didomin.    MA / Hamdullah Kesen