Wezîr qebûl kir: Li girtîgehê 7 rojan binçavkirin 2017-10-27 09:43:27 ENQERE –Derket holê ku Afşîn Musazade ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin, ji girtîgeha hat binçavkirin û 7 rojan li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê di binçavan de hatiye hiştin.  Di meha Nîsanê de Afşîn Mûsazade li Amedê hatibûn binçavkirin, piştî îşkence lê hatibû kirin hatibû girtin. Derket holê ku Mûsazade vê carê li girtîgehê hatiye binçavkirin û 7 rojan li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê di binçavan de maye. Piştî 7 rojên binçavkirin dîsa Mûsazdeyê birin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Di meha Gulanê de bêyî hayê malbatê û parêzerên wî jê hebe, polîsan ew binçavkiribû û yek di çapemniyê de jî derketibû. Dema hat binçavkirin nehat zanîn ku wî birine kuderê û der barê rewşa wî de tu daxuyanî jî nehatibûn dayîn. Lê belê ev binçavkirina wî ya li girtîgehê bi pêşniyazpirsekê ji Wezareta Dadê hat pirsin.    Piştî ku bi rojan agahî ji Mûsazadeyê nehatin wergirtin û rêveberiya girtîgehê jî pirs bê bersiv hiştin, Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran ev mijar xist rojeva Meclîsê. Ji bo pirsên der barê rewşa Mûsazadeyê de bibersivîne, pêşniyazpirsê berpêşî Wezareta Dadê kir. Di bersiva ku bi îmzeya Wezîrê Dadê Abdulahmît Gul hat dayîn de, hat diyarkirin ku Mûsazade li girtîgejê hatiye binçavkirin û li Fermanadriay Cendirmeyan a Mêrdînê 7 rojan di bin çavan de maye.   JI AMEDÊ BIRIN MÊRDÎNÊ   Vê hefteyê bersiva pêşnizpirsa Başaranê hat dayîn û derket holê ku Mûsazade li girtîgehê cara duyemîn hatiye binçavkin.    Bûyera ku girtî li girtîgehên bên binçavkirin, ne cara ewil e. Di 5’ê Cotmehê de li Hênêya Amedê 2 kes hatin binçavkirin û ji van kesan Mazlûm Demîr di 18’ê Cotmehê de hat girtin. Lê belê Demîr di 20’ê Cotmehê de li girtîgehê careke din hat binçavkirin.    MA / Hayri Demir